Li Colemêrgê 22 kes hatin destgîrkirin

Di avêtin ser malan a li navenda Colemêrg û gundewarên wê de kal û astengdar jî di nav de 22 kes hatin destgîrkirin.

Li navenda Colemêrgê û gundê Cevîzlî yê navçeya Çelê îro danê sibehê polîs û leşkeran avêtin ser gelek malan. Di avêtina ser malan de 3 welatiyêna stengdar Dervîş Aydogdû, Nîmet Onal û Suleyman Erol jî di nav de 22 kes hatin destgîrkirin.

Hat hînbûn ku li navenda Colemêrgê 9 kes hatine destgîrkirin.

Hat diyarkirin ku kesên hatine destgîrkirin piranî jê extiyar, nexweş in û xizmên kesên ku hatine binçavkirin çûne Midûriyeta Emniyetê ya Colemêrgê lê belê emniyetê der barê xizmên wan de tu tişt negotiye.

Hat gotin ku dibe ku ev hejmar zêdetir jî bibe û ji ber ku li gundan şebeke baş nakişîne navê kesên hatine destgîrkirin nehat hînbûn.

Navê hin kesên hatne destgîrkirin ev in: Dervîş Aydogdû, Nîmet Onal, Suleyman Erol, Nîhat Karataş, Vahît Akin, Cûma Donmez û Rehmî Ozdemîr.