Li Colemêrgê 2 leşkerên Tirk hatin kuştin
Tê îdîa kirin ku di encama teqîna teqemeniya li navçeya Çelê ya Colemêrgê de 2 leşkerên Tirk hatine kuştin.
Tê îdîa kirin ku di encama teqîna teqemeniya li navçeya Çelê ya Colemêrgê de 2 leşkerên Tirk hatine kuştin.
Li gorî nûçeyên di çapemeniya Tirk de cih digire, di encama teqîna teqemeniya nêzî herêma baregeha leşkerî ya Şantepe hatibû bicihkirin de, 2 leşkerên Tirk hatine kuştin.
Tê gotin ku leşkerên mirîn Berbaz Tolga Pehlîvan û Çawîşê Pispor Anil Yalap e, leşkerek jî birîndar bûye.
Çapemeniya HPG’ê, hêj di derbarê çalakiyê de ti daxuyanî nedaye.