Li Cizîrê serdegirtina malan: 2 kes hatin destgîrkirin

Polîsên Tirk li navçeya Cizîrê ya Şirnexê avêtin ser malan, 2 kes destgîr kirin.

Serdegirtin li taxên Cûdî û Nûr ên navçeya Cizîrê hatin kirin. Polîsên Tirk serê sibehê avêtin ser gelek malan, derî şikandin û alavên li hundirê malan serûbin kirin.

Li taxa Nûrê Farûk Îverendî, li taxa Cûdî jî kesê bi navê Diyar ku paşnavê wî nehate hînbûn hatin destgîrkirin.

Têkildarî hinceta destgîrkirinê agahî bi dest neketin. Dayika Farûk Îverendî Meryem Îverendî got, "Tiştek nema ku nehate serê me. Mala me serûbin kirin. Zarokên me li erdê dirêj kirin. Bi lingê xwe pê li pişta kurê min kirin û pihîn lê dan. Bedena kurê min werimî. Em xistin odeyekê û kirin qareqar."