Li Cizîrê deh hezaran kesî Newroz pîroz kirin

Li Cizîrê Newroza ku deh hezar kes tevlî bû, bi Efrînê destpê kir û bi meşa Efrînê ve bi dawî bû. Li Cizîrê, peyama “Me qad neterikandin, naterikînin. Serketin ya me ye” dan.

 Pîrozbahiya Newrozê ya li Tesîsên Bozalan a navçeya Cizîr a Şirnexê bi tevlîbûna deh hazaran kesî bi meşa li navenda bajêr hate lidarxistin ve bi dawî bû. Bi hezaran welatiyên gund, naçeyên derdor û navenda Şirnexê Newroz hate pîrozkirin. Bi deh hezaran welatiyên ji bo pîrozkirina Newrozê di saetên sibê de herikîn qadê, her kêliyê polîsan xwestin ku astengiyan derbixin. Tevî hemû astengiyan gel qada Newrozê tije kirin.

Newoza li Cizîrê ya ku ji Tîrmeha 2015’an ve bi qedexe û hilweşandina avahiyan demê herî zor û zehmet derbas dike, di serî de nerazîbûnên li dijî tecîrda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkeriyên yên li ser Efrînê bal kişand. Her wiha nerazîbûn nîşanî, hilweşandin, binçavkirin û girtinê jî dan.

Tevî operasyonên binçavkirinê yên beriya Newrozê jî girseya ku agirê Newrozê geş kirin, dirûşmên “Her der Efrîn e, her der berxwedan e” qîr kirin, berxwedana Efrîn silav kirin. Di pîrozbahiya bi renga reng xemilî de bê navber dirûşmên “Bijî Berxwedana Efrînê” û “ Bijî Serok Apo” hatin qîrkirin.

Tevî hemû mudaxele û gefên polîsan heta dawiya şehiyê ev dirûşm hatin qîrikrin. Girseya ku piştî bidawîbûna bernameya pîrozbahiyê û şûnde dest bi meşê kirin, koma xwendekaran a ji 6 kesan pêk dihat li ser rêya Orhan Dogan ji aliyê polîsan ve hate derbkirin û binçavkirin.