Li Cizîrê 10 kes hatin destgîrkirin

Li Cizîra Şirnexê di operasyonên qirkirina siyasî de Hevseroka HDP’ê ya Cizîrê Guler Tûnç û Hevşaredar Bêrîvan Kûtlû ya ku qeyyûm li şûna wê hatibû peywirdarkirin jî di nav de 10 kes hatin destgîrkirin.

Li Cizîra Şirnexê di operasyonên qirkirina siyasî de Guler Tûnç, Bêrîvan Kûtlû, Cîhan Olmez, Mesût Nart, Mesût Uçkaç, Reşît Çaglik, Sabrî Erdogmûş, Emîn Kalkan, Alî Taniş û Azîz Ûygûr di serdegirtina malan de hatin destgîrkirin. Hate diyarkirin ku polîsan dema girtine ser malan, deriyê mala Tûnç û Kûtlû şikandine.

Hate diyarkirin ku hejmara kesên wê werin destgîrkirin dibe ku zêde bibe.

Derbarê Tûnç heta niha 9 lêpirsîn hate vekirin û herî dawîn jî ji ber ku çûbû ser gora tiyê xwe Mehmet Tûnç ê ku di ‘qedexeyên derketina derve’ de hatibû kuştin jî derbarê wê lêpirsîn hatibû destpêkirin.