Li Cizîrê 3 kes hatin destgîrkirin
Polîsên Tirk di destê sibehê de li Cizîra Şirnexê girte ser gelek malan û 3 kes destgîr kirin.
Polîsên Tirk di destê sibehê de li Cizîra Şirnexê girte ser gelek malan û 3 kes destgîr kirin.
Hate diyarkirin biryara serdegirtinê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê hatiye dayîn.
Li taxa Cûdî Kasim Dayar (55), li taxa Konakê Abdullah Akman (40) û li gundê Dîrseklî jî Serdar Acar (44) hatin destgîrkirin. Sedema destgîrkirinê nehate diyarkirin.