Li Cizîr, Silopya û Hezexê rojbûna Ocalan hate pîrozkirin

Salvegera 70'yî ya bûyina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Cizîr, Hezex û Silopya ya Şirnexê hate pîrozkirin.

Ji bo 4'ê Nîsanê, bûyina salvegera 70'yî ya Ocalan li Cizîr, Silopya û Hezexê ya Şirnexê pîrozbahî hatin kirin.

Li Cizîrê, li baxçeya avahiya Rêxistina Navçeyê ya HDP'ê bûyina Ocalan hate pîrozkirin, pasteya bi rengê kesk û sor û zer û li ser nivîsa ''Rojbûna te pîroz be'' hate qetkirin.

Piştî ku paste hate qetkirin, Wekîla HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr got 20 salên Ocalan, ê ku ketî 70 saliya xwe li Girtîgeha Imraliyê, bi têkoşîna ji bo azadiya gelan derbas bûye.

Imîr got, ''Bi tecrîda li ser Rêzdar Ocalan, tê xwestin ku dahatuya gelê Kurd û Rojhilata Navîn were tarîkirin.''

Imîr got ramanên Ocalan ji bo gelan bûye ronkahî û domand, ''Em vê rojbûnê pêşî diyarî hevalên xwe dikin ku li dijî tarîtî û zilmê li ber xwe didin. Rêzdar Ocalan tu bixêr hatî. Rojbûna te pîroz be.''

Li avahiya Rêxistina Navçeyê ya Silopya, ya HDP'ê jî pasteya ji bo bûyina Ocalan hate qetkirin. Dayikên Aştiyê piştî ku paste qutkirin, bal kişandin ser rewşa girtiyên greva birçîbûnê, xwesetin ku tecrîda li ser Ocalan demildest rabe.

Li avahiya Rêxistina Navçeya Hezexê jî bûyina Ocalan hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de ya bi tevlêbûna dayikên aştiyê û gelan kesan paste hate birîn. Hate xwestin ku 4'ê Nîsanê bibe wesîleya aştiyê û bi dirûşmeyan hate gotin, ''Bijî berxwedana zindanan''.