Li çiyayên Kurdistanê coş û kelecana Newrozê

Endama Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê Gulistan Gulhat li pîrozbahiya Newrozê axivî û got, "Em ji her demê bêhtir amade ne ku azadiya gelê Kurd û azadiya gelên herêmê misoger bikin."

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, Newroza Azadiyê ya sala 50'emîn li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi coşeke mezin pîroz kirin.

Endama Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê Gulistan Gulhat û fermandarên HPG'ê Xeyrî Xerzan, Dijwar Sason û fermandarên YJA Starê tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn.

Bi sedan şervanên HPG û YJA Starê jî li merasîmê amade bûn. Bi sedan gerîlayên ku tevlî measîma leşkerî bûn, derewa dewleta Tirk ku dibêje 'Gerîla qediya, tune bû' careke din pûç kirin.

Endama Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê Gulistan Gulhat li merasîmê axivî û got, "Bi navê gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê destpêkê Newrozê li Rêber Apo pîroz dikin û hezkirin û hurmetên xwe pêşkêş dikin. Di şexsê Mazlûm Dogan, Rahşan, Zekiyeyan de şehîdên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî bi bîr tînim. Cejna Newrozê li gelê Kurd, mirovahiyê, dayikên şehîdan, hevrêyên li zindanan û şervanên azadiyê pîroz be."

'EM JI HER DEMÊ BÊHTIR AMADE NE'

Gulhat bi bîr xist ku dîroka 50 salên dawî bi keda şehîdan hatiye afirandin û wiha deawm kir, "Di dîroka hemû neteweyan de gelek rojên pîroz hene. Rojên cejnê, rojên tolhildanê, rojên kêfxweşiyê, rojên aştiyê hene. Newroz bi Mazlûm Dogan re gihîşte asta herî bilind. Bi destpêkirina pêngava PKK'ê re Newroz careke din bi wate bû. Dema ku mirov îro bala xwe didin ser, dibînin ku di dîroka gelê Kurd de bi PKK'ê re hîn girîng bûye. Newroz hîn bêhtir bûye berxwedan, kêfxweşî û roja tolhildanê. Newroz ew roj e ku gelê Kurd careke din bû xwebûn û îrade."

Endama Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê Gulistan Gulhat destnîşan kir ku weke gerîlayên HPG û YJA Starê ew ji her demê bêhtir amade ne ku bi ruhê berxwedanê yê Apoyî dijminê dagirker têk bibin û got, "Newroza 2022'an wê ji her demê bêhtir bibe ew Nwroz ku gelê Kurd nêzî azadiyê û nêzî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Em ji her demê bêhtir amade ne ku azadiya gelê Kurd û gelên herêmê misoger bikin."

Piştî merasîma leşkerî gerîlayên HPG û YJA Starê dest bi pîrozbahiya Newrozê kirin.

Gerîlayên ku ji ANF'ê re axivîn diyar kirin ku îsal wê bibe sala tolhildanê û gotin, wê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan misoger bikin. Gerîlayan li dora agirê Newrozê govend gerandin û dirûşmên "Bijî Rêber Apo", "Tolhildan" û "Bijî Newroz" qîriyan.