Li çiyayên jinan coşa 8'ê Adarê

Pîrozbahiyên 8'ê Adarê yên li qadên gerîla gelekî cuda û bi kêf û xweşî bûn. Govend hate gerandin û tilîliyên jinan li çiyê deng vedidan.

Bi coş û kelecana dîtina gerîlayên YJA Starê û tevlîbûna li pîrozbahiyên wan ên 8'ê Adarê me berê xwe dan çiyê. Tevî du gerîlayên em pêşwazî kirin; Hêvîdar û Denîz bi qasî saetekê em meşiyan û me xwe gihand nuqteyên gerîla. Li vê derê jî gelek jinan em bi rûkenî pêşwazî kirin. Gelek amadekarî ji bo me kiribûn. Em li dora êgir rûniştin, me çaya ku gerîla jê re digotin 'çaya çaydanê reşo' vexwarin. Di ber de me li çîroka jiyana gerîlayeke jin guhdarî kirin.

YA KU ME XURT DIKE, ÎDEOLOJIYA RÊBERÊ GELÊ KURD ABDULLAH OCALAN E

6 kes ji malbata wê tevlî bûye, ew jî ya heftan e. Bavê wê, xwişka wê, kekê wê di nava vê têkoşînê de şehîd bûye. 4 xwişkên wê jî hê li nava refên gerîla ne. Dema ku min ev bihîst, min pirsa 'gelo ya ku we bi vî rengî xurt dike çi ye?' jê pirsî. Gerîlaya bi navê Evrîm jî got, "Hê di emrê biçûkatiyê de dewleta Tirk zext û zordarî li me kir û ji ber vê yekê jî em neçar man ji cih û warê xwe koçî metropolan bikin. Îdeolojî û felsefeya Rêberê Gelê Kurd ku ne tenê ji bo Kurdan, lê ji bo bindestan û hemû jinan e, em tevlî têkoşîna azadiyê kir û em anî ser rêya rast."

GOVENDA AZADIYÊ

Jinan ji bo pîrozbahiyê dest bi amadekariyan kiribûn. Her yek ji wan , bi coşa di dil û çavên xwe de tevlî govendê bûn. Mîna ku penpenî difirin xuya dikirin. Gelekî bandor li mirovan dikir. Tilîliyên wan jî li çiyê deng vedidan. Mirovan dixwestin bi saetan li wan temaşe bikin. Her jinên çiyayê bi dorê klam gotin û bi vî rengî reng dan wateya rojê.

ŞOPA KU DI DILAN DE NEQIŞANDIN

Wext hêdî hêdî nedima. Dema çûyinê hatibû. Bi Jiyan re me ji hev re digotin 'xwezî me karîbûna dem bisekinanda û qet neçûna'. Lê rastiyek hebû; ez weke nûçegihanekê çûbûm cem wan. Van jinên bedew şopeke kûr li dilê min neqişandin ku wê qet jê neçin. Jiyana Evrîm, dilgeriya Denîz û Hêvîdar a em pêşwazî kir, pîrozbahiya 8'ê Adarê û tehma çaya ji çaydanê reşo wê qet ji bîra me neçe. Êdî dem hatibû ku em biçin. Jinên çiyayî ketin rêzê û ji bo bi merasîmekê me bi rê bikin, sekinîbûn. Me yek bi yek xatir ji wan xwest û ji wir çûn...