Li Cindirêsê leşkerekî Tirk hate kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê li navçeya Cindirêsê ya Efrînê li dijî dagirkeriya Tirk çalakiyek pêk anîn. Hate ragihandin, di çalakiyê de leşkerekî Tirk hatiye kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand, çalakiya wan a li dijî hêzên dagirker roja 8'ê Sibatê pêk hatiye.

Li gorî daxuyaniya nivîskî, çalakî li dijî konvoya leşkerên Tirk a li Cindirêsê pêk hatiye û di şer de leşkerekî Tirk hatiye kuştin.

Di daxuyaniyê de li ser çalakiyê hate gotin, "Şervanên me li Efrînê û derdora Efrînê çalakiyên xwe yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete didomînin û derbên giran li wan didin.

8'ê Sibatê şervanên me li ser rêya Aşka Xerbî ya navçeya Cindirêsê ya Efrînê, li konvoyeke leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker xistin ku ji 4 wesayitan pêk dihat û 2 ji wan wesayitên zirxî bûn. Di dema çalakiyê de di navbera şervanên me û leşkeran de şer derket. Di çalakî û şer de leşkerek hate kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn."