Li Bismilê xizmên windayan: Bila dozger DNA'ya hestiyan bike

Xizmên wendayan ên ji dozgêriyê xwestin ku DNA’ya hestiyên mirovan ên di xebatên xerakirina Midûriyeta Polîsan a navçeya Bismilê bike, ji bo derketina xwedî li van hestiyan bang kir.

Komeleya Çand Yekîtî û Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Mirovahiyê Wenda Kirine (MEBYA-DER) di der barê hestiyên mirovan ên sala 2021‘î di xerakirina avahiya Midûriyeta Polîsan a Bismilê de derketin daxuyanî da.

Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwarî re (TÛAY-DER), Partiya Demokratîk a Herêman (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û endamên Rêxistina Navçeya Bismilê jî tev li daxuyaniyê bûn. Xizmê girtiyan Tûrgût Yenîsoy û Mûstafa Kûrt li qada hestiyên mirovah hatin dîtin daxuyanî dan.

‘CENDIRMEYAN EW BIRÎN ME EW HEW DÎTIN’

Di destpêkê de ji xizmên windayan Atîla Yenîsoy axivî û got: "Di salên 90'î de gelek nîştecîhên van herêman bi destê dewletê hatin qetilkirin an jî hatin wendakirin. Di nava van windayan de niştecîhên Bismilê yên bi navê Uzehîr Kûrt, Mehdî Olmaz û birayê min Tûrgût Yenîsoy e.  Ev kes bi destê cendirmeyên vir ve hatin birin û piştre me ew nedîtin. Beriya bibin jî bi caran hatin destgîrkirin, gef li wan hate xwarin. Hemû rayedarên dewletê ji vê bûyerê berpirs in û divê  bên darizandin."

‘EM NE PERE NE JÎ KARMENDIYA DEWLETÊ QEBÛL DIKIN’

Atîla, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser hestiyên ku hatine dîtin û wiha axivî: "Çend roj beriya niha hestiyên çend kesan di bin qereqolê de derketin. Em bi hêvî ne ku hestiyên nasên me bin. Lewre bi awayekî veşartî hatin nixumandin. Hûn careke din nikarin wan winda bikin. Divê testa DNA’ yê bê kirin. Ji bo neyê veşartin em ketin nava hewldanan û em dev ji lêgerîn û lêpirsîna xwe bernadin. Ji bo em bêdeng bibin dixwazin tezmînatê bidin me. Em ne pere ne jî karmendiya dewletê qebûl dikin. Bila hestiyên me bidin me û sûcdaran ceza bikin. Em tenê vê dixwazin."

‘DIVÊ EM NEHÊLIN EV HESTÎ WINDA BIBIN’

Yek jî xizmên windayan Uzehîr Kurt, Mustafa Kurt axivî û got: "Li gorî agahiyên ku me bi dest xistine cenazeyên 3 kesan hatine dîtin. Piştî parlementerên HDP ê vê bûyerê birin meclîsê bi pişt re xebatên kolanê hatin rawestandin. Wan hestiyan nixumandin, lewre bi salane em li hestiyên xwe digerin. Dibe ku ne nasên me bin jî. Lê li van herêman bi hezaran winda hene. Dibe ku yê malbatek din be jî. Ji ber vê jî pêwist e her kes xwedî li me derbikeve û li hemberî mijarê bêdeng nemîne. Divê em destûra windakirina van hestiyan nedin."