Li Bismilê serdegirtina malan: Herî kêm 8 hatin destgîrkirin
Li Bismilê bi ser gelek malan de hat girtin û herî kêm 8 kes hatin destgîrkirin.
Li Bismilê bi ser gelek malan de hat girtin û herî kêm 8 kes hatin destgîrkirin.
Li navçeya Bismilê ya Amedê îro danê sibehê polîsan bi ser gelek malan de girt. Hat ragihandin ku di avêtina ser malan de herî kêm 8 kes hatine desgîrkirin.
Ji welatiyên hatine destgîrkirin navê hinek ji wan wiha ye: Îmam Aras, Fatma Aras, Habîb Sînbag, Ozan Oral, Hasan Koç, Rozerîn Bakir, Berat Yavuz û Dîlan Dogan.
Hat ragihandin ku biryara veşartinê li ser dosyeyê heye.