Li Berlînê biryara dadgeha Parîsê hate şermezarkirin
Biryara betalkirina Doza Komkujiya Parîs êli Berlînê hate şermezarkirin.
Biryara betalkirina Doza Komkujiya Parîs êli Berlînê hate şermezarkirin.
Li Berlîn a Elmanya, biryara têkildarî Komkujiya Parîsê ji hêla Kurdistaniyan ve li ber Sefaretxaneya Fransayê hate şermezarkirin.
Çalakî bi pêşengiya Meclîsa Jinan a DEST DAN’ê pêk hat, çaalkgeran bi Elmanî û Îngilîzî belavok belavkirin.
Di axaftinên çalakiyê de biryara betalkirina doza Komkujiya Parîsê hate şermezakirin û hate gotin heta ku komkujî ronak bibe ew ê çalakiyên xwe bidomînin.
Di çalakiyê de dirûşmên wekî ‘’Sakîne, Leyla, Fîdan rûmeta me ne’’, ‘’Dewleta Fransa hevkarê komkujiyê’’ hatin berzkirin.
BANGA MEŞÊ
DEST DAN dawiya çalakiyê bang kir ku her kes tevlî meşê bibe. Meş 28’ê Çile saet 15.00’an li Bahnhof Kleîstparkê bi dirûşma ‘’Azadiya Rêbertî azadiya me ye’’ wê pêk were.