Li Berlîn û Hambûrgê bîranîna şehîdan

Li Hambûrgê bi wesîleya Hefteya Lehengiyê çalakiyek hate lidarxistin. Li Berlînê jî şehîdê Berxwedana Serdemê Davût Ozsûlar bi nasnav Navdar Serhat hate bîranîn.

Li Hambûrgê bi wesîleya Hefteya Lehengiyê çalakiyek hate lidarxistin. Li Berlînê jî şehîdê Berxwedana Serdemê Davût Ozsûlar bi nasnav Navdar Serhat hate bîranîn.

HAMBÛRG

Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, di şexsê fermandarê gerîla yê efsanewî Mahsûm Korkmaz (Egîd) de hemû gerîla û şervanên di meha Adarê de şehîd bûn hatin bîranîn.

Bîranîn li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) hate lidarxistin û gelek kes tevlî bûn. Bi navê Komîsyona Malbatên Şehîdan Yûsûf Comert axivî û got, "Em ê  heta dilopa dawî ya xwîna ser li ser şopa şehîdan bin."

Hevseroka KOMAW'ê Şengê Kahraman jî got, "Bi rengekî bê dudil, wan ji bo azadiya gelê xwe canê xwe feda kirin."

Merasîm bi nîşandana sînevîzyonê belavkirina xwarina xêrê qediya.

ŞERVANÊ YPG'Ê NAVDAR SERHAT LI BERLÎNÊ HATE BÎRANÎN

Li paytexta Elmanya Berlînê, di şexsê şehîdê Berxwedana Serdemê Davût Ozsûlar bi nasnav Navdar Serhat de hemû şehîdên Efrînê hatin bîranîn.

Merasîma bîranînê ku ji aliyê Ciwanên Azad ve hate organîzekirin, tevî malbata Ozsûlar nêzî 200 kes tevlî bûn.

Bavê şehîd Navdar Îbrahîm Ozsûlar li merasîmê axivî û got, "Ev êş êşa me hemûyan e. Lê belê em ê ti carî ji vê dozê venegerin. Ji bo hêjayî bîranîna wan bin çi ji destê me bê divê em bikin. Bi hezaran şehîdên me hene ku em nizanin bê li ku ne. Bi taybetî divê malbatên şehîdan bi biryar bin. Şehîd namirin, ew rûmeta me ne."

Dayika Şehîd Sila Hejar (Cemîle Ûçar) Asiy Ûçar jî got, "Ev sê roj in em li vir in. Zêdeyî hezar mirov hatin, serdana me kirin, êş û rûmeta şehîdên me bi me re parve kirin. Ev cihê kêfxweşiyê ye, we hemûyan bi rêzdarî silav dikim. Wan ji bo parastina rûmeta me canê xwe feda kirin. Ev doz bêyî berxwedan û dayina berdêlan nameşe. Kurdistan a me hemûyan e, şehîd jî ên me hemûyan e. Navdar Serhat jî kurê min e, şehîdê min e. Hemû şehîdan bi bîr tînim. Şehîd namirin, Bijî Serok Apo."

Merasîm bi nîşandana sînevîzyonê û qîrîna dirûşman qediya.