Li Behdînanê gerîlayan agirê Newrozê pêxistin

Gerîlayên HPG û YJA Starê yên herêma Behdînanê agriê Newrozê pêxistin û Newroz pîroz kirin.

Bi tevlêbûna bi dehan gerîla merasîma pîrozkirinê dest pê kir. Ji fermandarên gerîla Rojhat Mûş di axaftina xwe de maneya Newrozê ya ku bi hezaran sal in tê pîrozkirin destnîşan kir, Newroza sala 2021'an ku hate ser sala 2634'an a Newrozê, gerîlayan lehengiyeke mezin nîşan dane.

Mûş bal kişande ser berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurdistanê û gerîlayan û got, bi bawerî û biryardariyeke mezin ew sala 2022'an pêşwazî dikin.

Piştî axaftinan li dora êgir govend hate gerandin. Dema pîrozbahiyê gerîla Gelhat û Rûken Dersim ji bo sala 2022'an serkeftin xwestin. Gerîlaya HBDH'ê Fera Yeşîlgoz jî Newroz li gelan pîroz kir.