Li Bedlîsê li dijî operasyonê gerîlayên HPG’ê çalakî li dar xist

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di dema operasyona dewleta Tirk a bi kontra û cerdevanan de gerîlayên HPG’ê çalakî li dar xist û leşkerek hatiye kuştin.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de tê diyarkirin ku artêşa Tirk a dagirker di roja 7’ê Adarê li herêma Mêrgelo ya Bedlîsê bi piştgiriya kontra û cerdevanan operasyon daye destpêkirin.

Di daxuyaniyê de ev agahî tê parvekirin; “Roja 19’ê Adarê hêzên me li dijî kontra û leşkerên derketîn operasyonê û dar dibirin, çalakiyek li dar xist. Di vê çalakiya ku yekîneya dijmin hate hedef kirin de leşkerek hate kuştin û 4 leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi helîkopterên kobra û wesayîtên zirxî çarçoveya operasyonê berfirehtir kir. Operasyon roja 23’ê Adarê encam negirt û vekişiya.”

Di heman daxuayniyê de tê ragihandin ku artêşa Tirk bejahiya Şemzînan a Başûrê Kurdistanê bombe kiriye û wiha tê gotin; “Roja 23’ê Adar saet derdora 20:00’an artêşa Tirk dagirker herêma Govendê ya girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê bi obus û hawanan bombe kir. Piştî bombeberanê helîkopterên kobra jî bê serûber herêm bombe kir.

Roja 21’ê Adarê balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li tepeyê Evdilkofî, herêma Masîro, Kanîre yê xaka Başûrê Kurdistanê barand.”