Li Bazîdê leşkerekî Tirk hate kuştin

Gerîla li Bazîdê li leşkerên li ser girê li ber qereqola Serêkaniyê xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyanî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hêzên me di çarçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî de ku li herêma Serhedê didome, di 18'ê Adarê de saet 12:00 li navçeya Bazîdê ya Agiriyê li dijî leşkerên li ser girê li ber qereqola Serêkaniyê çalakiya sûîqestê kirin. Di çalakiyê de ku li dijî fermandarê gir hate kirin, fermandarê gir hate kuştin. Yekîneya me ya çalakî kir bi rengekî serektî vegeriya baregeha xwe."