Li Başûrê Kurdistanê piştî hilbijartinê nerazîbûn zêde bûn

Piştî hilbijartina parlamentoyê ya Başûrê Kurdistanê ya 30’ê Îlonê heta niha 425 nerazîbûn hatin.

Serokê Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya Herêma Kurdistnê Hindrên Mihemed got, ‘’Partî ji bo encamên hilbijartnê werin ragihandin divê ji me nexwazin ku em bilezînin’’.

Mihemed li Hewlêrê di daxuyaniyeke çapemeniyê de axivî û got ‘’Deng hatin jimartin. Nûnerên partiyan encamên hilbijartinê ragihandine. Lê derbarê encamên hilbijartinê gelek nerazibûn hene. Nerazîbûn hatin ber destê me û em komîsyon li ser nerazîbûnan dixebitin.  Têkilî encamên hilbijartinê 425 komîsyon hatine avakirin.’’

Hindrên Mihemed got divê derbarê encamên hilbijartinê lez neyê kirin û got,’’Em ji partiyan tika dikin ku li ser encamên hilbijartinê nexwazin ku em lezê bikin. Em li nerazîbûnan vekolin û binirxînin.’’