Li Başûrê Kurdistanê mamoste û xebatkarên saziya elektrîkê li qadan e
Xebatkarên Saziya Elektrîkê ya Raperîn dest ji kar berdan. Li Silêmaniye û Hewlêrê jî mamoste ketin boykotê.
Xebatkarên Saziya Elektrîkê ya Raperîn dest ji kar berdan. Li Silêmaniye û Hewlêrê jî mamoste ketin boykotê.
Xebatkarên Saziya Elektrîkê ya Raperîn ji ber ku nekarîn mûçeyên xwe yên meha Sibatê werbigirin, îro dest ji kar berdan.
Di daxuyaniya xebatkaran de hate gotin, "Saziyê tenê meha Sibatê milyarek û 200 milyon dînar ji Banka Ranyayê re şand. Li Raperînê mûçeyên xebatkarên elektrîkê hemûyan di ser 600 milyon dînarî re ye, lê belê hîn mûçeyê meha Sibatê nehatine dayin. Gelek xebatkaran nekarîn kireya mala xwe bidin. Rewşa me ya aboriyê nebaşe."
MAMOSTEYAN DEST BI BOYKOTÊ KIRIN
Li Îdareyên Germiyan û Raperînê yên li Silêmaniyeyê û li navçeya Koye ya Hewlêrê mamosteyên 43 dibistanan ji ber nedana mûçeyên meha Adarê îro dest bi boykotê kirin.
Serokê Nûnertiya Bexdayê ya Rêveberiya Herêma Kurdistanê Faris Îsa diyar kir ku piştî temambûna karên veguhastinê, Wezareta Maliyeyê ya Iraqê 200 milyar dînar şandiye Banka Wezareta Maliyeyê ya Herêma Kurdistanê.