Li Başûrê Kurdistanê encama hilbijartinê hê jî nehatiye eşkerekirin

Li Başûrê Kurdistanê hê jî encama hilbijartinê nehatiye eşkerekirin. Desteya Hilbijartinê ya Bilind a Başûr diyar kir ku ji ber îtîrazan dibe ku encam biguherin.

 Li Başûrê Kurdistanê di 30’ê Îlonê de hilbijartin hatibû kirin û divê heta 72 saetan encama fermî bihata eşkerekirin, lê hê jî encama fermî nehatiye eşkerekirin. Heta niha hin encamên ne fermî hatine eşkerekirin, li hemberî van encamên ne fermî Tevgera Goran, Îslamî Yekgirtû, Komeley Îslamî îtîraz kirin. YNK’ê jî diyar kir ku li Duhok û Hewlêrê di hilbijartinan de fen û fût hatine kirin.

‘DIBE KU ENCAM BIGUHERIN’

Li ser navê Desteya Hilbijartinê ya Bilind a Başûr, Şerwan Zar îro têkildarî îtîraz û nerazîbûnên partiyan daxuyanî da. Zar diyar kir ku ji ber îtîraz û gilîkirinan dibe ku encamên hilbijartinê werin guherandin. Zar diyar kir ku bi giştî hezar û 45 îtîraz û gilî hatine kirin û got ku, “228 sindoqên ku ji derve mudaxeleyî wê hatiye kirin, bi qordelaya sor hatiye pêçandin.”

Hate hînbûn ku ew ê îro di bin çavdêriya nûnerê Neteweyên Yekbûyî de li ser îtîraz û giliyan were sekinandin û ew ê biryara dawîn were dayîn.