Li Başûr qedexeya derketina kolanan hat dirêjkirin

Li dijî koronavîrusê li Başûrê Kurdistanê biryara 2 rojan ya qedexeya derketina kolanan, 3 roj din jî hat dirêjkirin. Ev biryar Helepçe jî digire nava xwe.

Biryara qedexeya derketina kolanan a li Başûrê Kurdistanê a ji ber tedbîrên li hember şewba koronavîrusê hat dirêjkirin.

Başûrê Kurdistanê ji 27’ê Sibatê ve tedbîrên xwe digire. Yek ji tedbîran jî biryara 2 roj qedexeya derketina kolanan a 13’ê Adarê de bû.

Rêveberiya Herêmê, qedexeya derketina kolanan a ku îşev bi dawî dibe, 3 roj din jî dirêj kir.

 Ew biryara ku berê hatî dayîn, Silêmaniyê, Hewlêr, Dihok û gund, bajarok û navçeyên van parêzgehan digirt nava xwe. Di çarçoveya dirêjkirina qedexeyê de Helepçe û derdora wê jî digire nava xwe.