Li Başûr qedexeya derketina derve hate dirêjkirin

Li Başûrê Kurdistanê ji ber vîrûsa koronayê qedexeya derketina derve ku 14'ê Adarê dest pê kiribû, ji bo 5 rojên din jî hate dirêjkirin.

Qedexeya derketina derve ku 14'ê Adarê li Silêmanî û Hewlêrê hatibû destpêkirin ji bo 3 rojên din jî hate dirêjkirin. Îşev saet 00.00'ê wê qedexeya derketina derve biqediya lê bi daxuyaniyekê ya ku Wezareta Karê Navxwe ya Rêveberiya  Herêmî qedexe hate dirêjkirin.

QEDEXE HETA 23'YÊ ADARÊ WÊ BIDOME

Wezîr Rêber Ehmed li Silêmanî daxuyaniyeke çapemeniyê da û got qedexe ji bo 5 rojên din jî hatiye dirêjkirin. Wezîr diyar kir qedexe wê ji bo hemû bajarên Başûrê Kurdistanê e û heta 23'yê Adarê bidome.

Wezîr Ehmed diyar kir ên ku li gorî qedexeyê neçin wê werin cezakirin.

Wezîrê Tendiristiyê yê Başûrê Kurdistanê xwestibû ku qedexe were dirêjkirin.

38 WEQA HENE

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tendiristiyê ya Başûrê Kurdistanê li tevahiya herêmê heta niha 38 weqa hatine tespîtkirin. Ji 38 kesan 9 jê rehet bûn û 1 jê mir. 28 weqa hê jî di karantînayê de ne.