Li Başûr perwerdeya Tirk: Asîmîlasyon û dagirkerî

Li Başûrê Kurdistanê ji sala 1992'an ve dibistanên Tirkan hene. Ji hingî ve karê asîmîlasyon û dagirkeriyê tê kirin.

Gelê Başûrê Kurdistanê di sala 1991'ê de rabû ser piyan û piştî ku rejîma Baas ji herêmê derxist, di sala 1992'an de Emerîkayê hêza xwe li Başûr bi cih kir û sînorên niha yên Başûr diyar kir. Heman salê li Washingtonê Parlamenta Başûr hate ragihandin. Piştî ragihandina Parlamenta Başûr pêşmergeyên partiyên Başûr tevî Tirkiyeyê êrîşî Tevgera Azadiyê ya Kurd kirin. Ev pêvajo veguherî pêvajoya destpêkirina dagirkirina başûr. Yek ji rêbazên dagirkirinê jî ku ya herî girîng bû asîmîlasyona bi rêya perwerdeyê bû. Nifşên nû li Başûr bi perwerdeya Tirk hate perwerdekirin. Her wiha bi vê yekê re di bin navê pereyê perwerdeyê de hate xwestin ku bi milyonan dolarî qezenç bikin.

BI KOLEJÊN IŞIK DEST PÊ KIR

Dibistana destpêkê ya Tirkiyeyê ya li Başûr di sala 1992'an de li Silêmaniyeyê bi navê Koleja Işik hate avakirin. Kolej sala 1992'an Fethûllah Gulen ve hate vekirin ku ji aliyê Recep Tayyîp Erdogan û AKP'iyan ve weke 'Xoce efendî' dihate pênasekirin. Di sala 1995'an de bi heman navê Kolejên Işik li gelek deveran dibistan hatin avakirin.

KOMA FEZAYAN KETE DEWRÊ

Serpêhatiya dibistanên Tirk ên li Başûr bi Koma Fezayan ku sala 1995'an kete dewrê ji bo kûrkirina asîmîlasyon, mêtingerî û dagirkeriyê dom kir. Di nava 8 salan de bajar nema ku dibistan lê ava nekirin.

Zêdeyî 70 dibistan bi navê bexçeyê zarokan, kreş, dibistana seretayî, dibistana navîn, lîse, dibistana bilind û kolej ava kirin. Yek ji wan jî zanîngeheke.

Wezareta Perwerdeyê ya Başûrê Kurdistanê di sala 2016'an de hejmara xwendekaran eşkere kir. Li gorî vê yekê 31 hezar 500 xwendekar li wan dibistanan hatin perwerdekirin.

TALANKARIYA DIBISTANÊN TIRK

Her xwendekarek ji bo li wan dibistanan bixwînin salê 3600 dolar didan. Ev yek jî ji bo 31 hezar 500 xwendekarî dihat wateya 113 milyon 400 hezar dolarî. Di nava 10 salên dawî de pereyê ku van dibistanan ji xwendekarên Başûrê Kurdistanê wergirtin milyonek û 134 hezar dolar bû.

DIBISTANÊN GULEN BÛN DIBISTANÊN TURK MAARÎF

Piştî hewldana darbeyê ya li Tirkiyeyê, Erdogan û koma wî dest danîn ser dibistanên li Başûrê Kurdistanê ku bi hevkarê xwe Gulen ava kiribû. Piştî sala 2016'an dibistan dewrî Weqfa Turk Maarîf kirin. Perwerdeya li van dibistanan Tirkî ye. Zarokên Kurd bi pereyên xwe bi Tirkî tên perwerdekirin. Li van dibistanan dersên sosyolojî, felsefe û dîrokê nînin. Bi vê yekê dixwazin ku zarokên Başûrî yên ku li tiştekî napirsin biafirînin. Li şûna vê wan hînî Tirkî dikin, Tirkiyeyê bi wan dide hezkirin û teşwîq dikin ku li Tirkiyeyê bigerin.

JIYANA ZAROKAN Û MALBATÊN WAN TÊ GUHERTIN

Heta niha bi sedan xwendekarên li van dibistanan dixwînin piştî ku dest bi xwendinê kirin serê xwe nixumandin, her wiha tevlî partî û rêxistinên Îslamî bûn. Wekî din yek ji pirtûkên ku li van dibistanan didin xwendin ya Refîk Hîlmî ye. Hîlmî di pirtûkên xwe de Şêx Mehmûd Berzencî nebaş nîşan dide. Di pirtûkên xwe de ji bo Kurdên di dema Şêx Mehmûd Berzencî de dibêje, 'yên ku kincên wan nerast in' û henekê xwe bi Kurdan dike.