Li Başûr li dijî êrîşên dagiker helwesta mezin

Li dijî dagirkeriya Tirk a li ser Rojava ji Başûrê Kurdistanê helwesteke tund hat.

Bi sedan welatiyên Silêmanî, li dijî êrîş û bombebaranên dewletên Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê daketin kolanan û bi dirûşman piştgirî dan berxwedana gelê Rojava û şervanên QSD’ê. Nûnerê PYD’ê Silêman Ereb jî got, “Ev şerê man û nemanê ye. Wê di vî şerî de neçar bimînin ku Statûya Rojavayê Kurdistanê nas bikin.

Welatiyên bajarê Silêmanî şevê dî li ser Saholekeya bajarê Silêmaniyê li dijî êrîşên dewleta Tirk a li ser bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daketin kolanê û dagirkeriya Tirk şermezar kirin.

Di xwepêşandana dijî dagirkeriya Tirk de timî dirûşmên, “Faşîst Erdogan” û “Bijî Berxwedana Rojava” gotin.
SALIH: WÊ KOMÊN TERORÎST XURT BIBIN
Serokomarê Iraqê Dr. Berhem Salih jî têkildarî destpêkirina êrîşa dagirkeriyê ya Tirkiyê Twîttek avêt û îşaret bi metirsiyên dagirkeriya Tirk kir.

Dr. Berhem Salih van hişyariyan da: “Êrîşên Tirkiye yên li ser Sûriyê pêşveçûneke xeternak e. Ev êrîş wê bibe sedema karesatên mirovî û dê bihêle ku komên terorîst careke din vegerin. Ev yek metirsiyê ji bo herêmê çêdike.

Divê civaka navnetewî ji bo pêşî li vê karesatê bigire, yekgirtî be û ji bo mafê gelên Sûriyeyê û gelê Kurd, divê piştgiriyê bide çareseriya siyasî vê yekê ji bo aşitî û kerametê bike.
TALABANÎ: NIKARIN VÎNA KURDAN BIŞIKÎNIN

Alîkarê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê têkildarî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek belav kir.

Di peyama Talbanî de wiha têgotin, “Îradeya Kurd bi ti hêzêk têknaçe, xwîna Kurd jî mîna her mirovekî Amerîkî sore û binirxe.”

Talabanî diyar kir cîhan deyndarê Kurdaye û wiha dirêjî bi axaftina xwe da, “Cîhan bi salaye deyndarê Kurdaye, lê vî deynî di dema xwede nedaye. Niha erka Civaka Navnetewiye van êrîş û qetilkariya li Rojavayê Kurdistanê tê kirin rawestîne. Ji ber ev êrîşan eji derveyî malwêranî, talan û koçberiyê ti berhemeke wê nîne. Tenê xizmetê ji DAIŞ’ê re dike ku dijminê hevbeş yê hemû cîhanê ye.”

REZAZÎ: ROJAVA YA ME HEMÛYAN E, EM LÊ XWEDÎ DERKEVIN
Hunermend Nisir Rezazî bi peyamek bi dîmek ku li ser hesabê xwe yê taybet a tora civakî 
Facebook'ê weşand têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê helwesta xwe nîşan da.

Hunermend Nisir Rezazî bang ki Kurdên Kurdistanê û derveyî welat kir û got;"Êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê êrîş birina li ser azadî û demokrasiyê ye. Li ser parastina mafê mirov û neteweyekî bindest êrîşe ku bi salene ji bo gihiştina mafê xwe yên rewa têkoşînê dike. Tikaye û divê vê êrîşa dirindane ya dewleta Tirk şermezar bikin. Tenê tiştek dibe garantiya serkeftina me Kurdan, yekgirtiya me û partiyane.

KERÎMÎ: KULMEKÊ LI ERDOGAN BIXIN!

Nivîskar Elî Kerîmî jî li dijî êrîş û komkujiyen dewleta Tirk ên li ser Rojava helwest nîşan da, bal kişande ser çalakiya Şemiyê ya saet 13.00'an û got, ''Ez dixwazim li cîhanê, di serî de li Londrayê hûn derkevin meydanan û xwepêşandanên mezin bikin. Derkevin qad û meydanan û kulmeke jidiyayî li ser devê dîktor û faşîst bixin. Kulmekê li ser devê Erdogan bixin û hînî Trûmp bikin ku siyaset ne wiha ye. Hînî Trûmp bikin ku bi kulmên xwe nikarin hêviya Kurdan bişkînin.''