Li Bakurê Kurdistanê operasyon û şer
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk li Feraşînê operasyon daye destpêkirin û di operasyonê de gelek leşker hatine kuştin û birîndar bûne.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk li Feraşînê operasyon daye destpêkirin û di operasyonê de gelek leşker hatine kuştin û birîndar bûne.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di 28’ê Îlonê de artêşa Tirk li Qilebanê tevî 10 hezar leşker û cerdevanan operasyon daye destpêkirin û operasyon bêyî ku bigihêje armanca xwe bi paş ve hatiye kişandin. HPG’ê got ku, “Hêzên dagirker di 3’ê Cotmehê de bejahiya gundên Mehrînê, Diryan û Rijdê şewitandine û xwe ji qadê vekişandine.”
Daxuyaniya li ser malpera HPG’ê wisa ye:
“Di 28’ê Îlonê de artêşa Tirk a dagirker li qada Kela Memê ya Qilebana Şirnexê tevî 10 hezar leşker û cerdevanên gundên Kitêr, Dêra Hênê û Sêgirkê operasyonek daye destpêkirin. Artêşa Tirk a dagirker di 29’ê Îlonê de cerdevan û leşker bi helîkopteran aniya gundê Diryan, Avyan, Axiyan, Rijdê, Mehrînê, Girê Rojnê, Girê Bayrak, Geliyê Hêzilê, Kanî Torşikê û gundê Hozê. Hêzên dagirker di 3’ê Cotmehê de bejahiya gundên Mehrînê, Diryan û Rijdê şewitandine û xwe ji qadê vekişandine.
ARTÊŞA TIRK DI 28’Ê ÎLONÊ DE DI HEMAN ROJÊ DE XWE VEKIŞAND
Artêşa Tirk a dagirker di 28’ê Îlonê de li qada Pîrdûda ya Feraşînê ya Elkêya Şirnexê operasyonek daye destpêkirin. Di operasyonê de di navbera leşkerên dijmin û hêzên me de şerekî giran çêbûye. Di vî şerî de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin. Di vî şerî de rêhevalê me Çekdar Azad bi qehremanî heta fîşeka xwe ya dawîn li hemberî dijmin li ber xwe daye û şehîd bûye. Rêhevalê me Serxwebûn (Sadik Hasan Reşîdî) jî bi birîndarî ketiye destê dijmin. Di heman rojê de operasyon ji qadê hatiye vekişandin.
Nasnameya hevalê me yê şehîd wisa ye
Nasnav: Çekdar Azad
Nav û paşnav: Ferdî Mûslû
Cihê jidayîkbûnê: Wan
Navê dê û bav: Semîha-Şevket
Cih û dîroka şehadetê: 28’ê Îlonê 2018
QADA NEBIRNAVÊ YA PAYÎZAVAYÊ HATE BOMBERDÛMANKIRIN
Di 14’ê Îlonê de saet di 22.30’an de artêşa Tirk a dagirker qada Nebirnavê ya Payîzavaya Wanê bi balefirên şer bomberdûman kir. Piştî bomberdûmanê artêşa Tirk a dagirker di 15’ê Îlonê de di destê sibehê de li qadê operasyonek daye destpêkirin. Di operasyonê de Agît Goyî (Rojhat Babat) teslîmî hêzên dijmin bûye.
LI ÇELÊ MAKÎNEYA KAR A ARTÊŞA TIRK BÛ HEDEF
Di 3’ê Îlonê de saet di 09.00’an de hêzên me li dijî wesayîta kar a artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li dar xistiye ya ku rêya Girê Şûndirê ya qada Deştanê çêdike. Di çalakiyê de makîneya kar îmha bûye û xebata rê hatiye sekinandin.
NASNAMEYA GERÎLAYÊN ŞEHÎD
Di daxuyaniya me ya 26’ê Îlona 2018’an de me diyar kiribû ku artêşa Tirk a dagirker li qada Rojdere ya Dersimê operasyonek daye destpêkirin û di bomberdûmanê de 4 rêhevalên me şehîd bûne. Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ne:
Nasnav: Arjîn Malazgîrt
Nav û paşnav: Asli Akin
Cihê jidayîkbûnê: Mûş
Navê dê û bav: Miyaser-Kerem
Cih û dîroka şehadetê: 17’ê Îlonê 2018-Dersim
Nasnav: Azîme Çinar
Nav û paşnav: Fatîme Saltan
Cihê jidayîkbûnê: Amed
Navê dê û bav: Turkî-Şêxmûs
Cih û dîroka şehadetê: 17’ê Îlonê 2018-Dersim
Nasnav: Dîcle Gilîdag
Nav û paşnav: Kesîre Bîlîcî
Cihê jidayîkbûnê: Wan
Navê dê û bav: Nahîme-Selahattîn
Cih û dîroka şehadetê: 17’ê Îlonê 2018-Dersim
Nasnav: Sefkan Ardahan
Nav û paşnav: Mûhammed Aşçi
Cihê jidayîkbûnê: Stenbol
Navê dê û bav: Gunduz-Nîmet
Cih û dîroka şehadetê: 17’ê Îlonê 2018-Dersim
BALEFIRÊN ŞER ÊN ARTÊŞA TIRK LI GEVERÊ LI CIHÊN SIVÎLAN DA
Balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî li dar xistine. Agahiyên van êrîşan wisa ye;
Di 3’ê Îlonê de saet di 15.30’an de balefirên şer qadên Çemço, Şehîd Şahîn û Werxelê yê Zapê ya Herêmên Parastina Medyayê bomberdûman kirine.
Di heman rojê de saet di 19.50’an de balefirên şer derdora gundê Stûnê yên Gevera Colemêrgê bomberdûman kirine. Di vê bomberdûmanê de agir bi bax û baxçeyên gundiyan ketiye.