Li Bakurê Kurdistanê Newroz bû sedema serhildanê

Salên 1990’î li Bakurê Kurdistanê Newroz bû sedeam serhildan û raperîna gelan. Gava yekem a vê raperînê li Nisêbînê destpê kir û her çû mezin, geş û belavî tevahî Kurdistanê bû.

Raperîna piştî şahîdbûna 13 gerîlayên ARGK’ê ya li Girê Şêra û merasîma cenzeyê Kamûran Dûndar a li Nisêbînê destpê kir, her çû mezin, geş û belavî Kurdistanê bû.

Devera Girê Şêra qadeke çiyayî ye ku bi qasî 30 km'yî dûrî navçeya Stewrê ya Mêrdînê ye. Ev herêma navbera gundên Barman, Kinifir û bajarokê Ewênayê, beriya 200 salî cihê şêran bû. Li gorî hin çavkaniyan, ev herêm di tevahiya dîrokê de stargeha berxwedêran bû. Navê Girê Şêra jî ji xwe ji ber vê yekê lê hatiye irin.

STARGEHÊN BERXWEDANÊ

Girê Şêra ku bi zinar û şikeftan tijî ye, di nava salên 1980'î de wê bibûya stargeheke komeke nû ya berxwedêran. Ji bo gerîlayên Artêşa Rizgariya Gel a Kurdistanê (ARGK) ku hîn nû hatibûn Mêrdînê, herêma Stewrê ku Girê Şêra jî lê ye, cihekî stratejîk bû. Deriyê Amed, Xerzan û Botanê li vê derê bû. Gerîlayên ku ji bihara 1988'an û pê ve li vê derê bi cih bûn, ji Çiyayê Mazî û Dêrikê heta Kerboran, Cizîrê û ji wir jî heta Nisêbînê li qadeke berfireh tevdigeriyan. Gerîlayên wê demê hem gerîlayên çiyê hem jî yên deştê bûn. Li gel çalakiyên çekdarî li gund, bajarok û navçeyan jî rêxistinbûna gel, perwerdeya leşkerî û îdeolojîk a gerîla dimeşandin.

Gerîlayên ku diçûn nava bajaran û derdiketin, ji rojên destpêkê yên sala 1989'an û pê ve ya di kemînan de şehîd bûn ya jî bi saxî hatin girtin û înfazkirin. Binevş Agal (Berîvan) 18'ê Çileya 1989'an li Cizîrê şehîd bû, ku bi şehadeta wê re vê pêvajoyê destpê kir. Di vê pêvajoyê de gerîa Nafî Îmret (Nîzar); Enver Okten (Bawer) û Adil Arslan (Baran) ku di nava gel de gelekî dihatin hezkirin şehîd bûn. Ji ber van şehadetan, pêvajoya ku tevgera azadiyê ya Kurd wê navê "Serhildana gel" lê bikira, dereng ma.

Panorama wê hefteya krîtîk ku 'ruhê 1990'î' li Kurdistanê pêl bi pêl belav bû wiha bû:

16'ê Adarê: Piştgiriya destpêkê ya ji bo serhildana Nisêbînê ji Qamişloyê hat ku bi têlan ji hev hatibûn qutkirin. Zêdeyî 50 hezar şêniyên Qamişloyê li ser sînor civiyan û bi dirûşm û tilîliyan piştgirî dan gelê Nisêbînê. Heman rojê li Cizîr, Silopiya, Hezex, Mîdyat û hin navçeyên din gel ji bo Nisêbînê herikî kolanan. Li Zanîngehên Firat, Çûkûrova, Înonu û Dîcleyê çalakiyên bîranînê yên ji bo Helebçeyê veguherîn xwepêşandanên piştevaniya Nisêbînê.

17'ê Adarê: Li Nisêbînê çalakiya daxistina derabeyên dikanan dewam kir. Merasîma cenazeyê Şemsettîn Çîftçî hate astengkirin, hêzên delweta Tirk ku ji pêleke nû ya serhildanê tirsiya, cenaze bi dizî veşart.

18'ê Adarê: Li gel gef û hewldanên şikandina derabeyên dikanan ên dewleta Tirk, li Nisêbîn çalakiya girtina dikanan dewam kir. Girtiyên PKK'î jî ji bo piştgiriya bi Nisêbînê re dest bi greva birçîbûnê kirin.

19'ê Adarê: Piştî Nisêbînê esnafên Cizîrê dikan girtin. Gelê Cizîrê herikî kolanan û nîşan da ku ew li pişt Nisêbînê ye.

20'ê Adarê: Pîrozbahiyên Newrozê yên li Cizîrê ku zû dest pê kirin veguherîn serhildanê. Zêdeyî 10 hezar şêniyên Cizîrê herikîn qadan. Hêzên dewleta Tirk gule li girgseya gel reşandin û Salîh Elçîoglû, Mehmet Yilmaz, Yûsûf Şahîn, Emîn Gun û zarokê bi navê Abîdîn Tûncer qetil kirin. Li Cizîrê daîreyên dewletê li pey hev hatin şewitandin. Serhildan ji vir derbasî Silopiya û Hezexê bû.

21'ê Adarê: Li gel qedexeya derketina derve ya ji aliyê dewleta Tirk ve hate ragihandin li Cizîrê serhildanê dewam kir. Li Stenbol, Enqere, Ege, Eskîşehîr, Çûkûrova, Amed, Erzîrom û bajarên din li zanîngehan bi hezaran xwendekar li he vkom bûn, bir engekî girgseyî yekemcar Newroz pîroz kirin. Heman rojê li Nisêbîn û Cizîrê ji bo şermezarkirina terora li dijî gel Xwendekara Pola 3'emîn a Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê Zekiye Alkan li Amed-Deriyê Mêrdînê pankart vekir û bedena xwe da ber agir.

22'ê Adarê: Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê, yekemcar bi rengekî komî dikan nehatin vekirin, xwendekaran çalakiyên boykotê kirin. Gel jiyan rawestand û komkujî şermezar kir.

LI ZINDANA AMEDÊ AGIRÊ NEWROZÊ

Bi vê armancê pêşî Mezlûm Dogan li djî darbeyê yek ji çalakiya herî karîger dikir û 21’ê Adarê hildibijart. Mezlûm Dogan ku 21’ê Adara 1982’yan bi sê darikên kibrîtê çalaki kirî, ew sê darikên niftikê yên ku pêxistî diyar dikir ku wê bibe agirê Newrozê xwe bigihîne bi milyonan kes û ti caran neye tefandin. Vê çalakiyê her wiha wê rejîma darbeye li hundir bêhikim bikira û peyama ‘berxwedanê’ jî bida derve. Öcalan wê bigota ev ‘fermana berxwedanê’ ye. Dawiyê, meha Gulanê Ferhat Kurtayk, Necmî Öner, Mahmût Zenîn û Eşref Anyik bi sê darikên neftikê yên Mezlûm Dogan bedena xwe kirin xetîre. Heman salê bi pêşengiya yek ji qedroyê pêşeng ê PKK’ê Kemal Pîr û Hayrî Durmuş rojiya mirinê ya mezin dest pê kir û wiha agire Newrozê li hemû Kurdistanê belav bû.

ZEKIYE ALKAN

12’ê Îlonê ku weke ‘bangor’ekî di ser tevgera sosyalîst a Tirkiyê re çûyî, ji vê bi rê diket ku Kurd careke din wê nikarin rabin ser piyan lê salên 90’î ji bo Kurdan bû sala serhildanê ya ku bi agirê Newrozê rabûn. Zekiye Alkan ku wan deman agirê Mezlûm ê ku pêşengiya vê kirî, ji xwe re mîrat wergirtî, 1990’î, 21’ê Adarê, li ber sûrên Amedê bedena xwe kire meşale.

AGIRÊ PÊŞÎ YÊ SERHILDANÊ

13’ê Adara 1990î, di merasîma cenazeye gerîlayan de ku 21’ê Adarê li Stewrê ya Mêrdînê şehîd bûbûn, finda serhildanê hate pêxistin. Heta wê demê Newroz li hin deveran bi astên cuda dihate pîrozkirin, lê bi vê re hem dibû daxwaza nasnameyekê û hem jî li dijî zextan dibû hêrsa gel. Heman salê li Botanê Nisêbînê, Cizîrê, Silopya, Şirnexê ji 7 salî heta bi 70 salî gel dakete kolanan, dewletê jî tişta ku herî baş pê zanîbû, bi ‘komkujî û êrîşan’ bersiv da.

NEWROZA 1991’Ê

Newroz ku bûyî xwedî nasnameyeke polîtîk, cara pêşî bi girseyî 1991’ê hate pîrozkirin. Di serî de li Nisêbînê, li Cizîrê, Amed, Stenbol, Edene, Bismîl, Kerboran ,Pirsûs, Qulp, Hênê li gel qedexeyan jî gel herikî qadan. Wê rojê ku esnafan dirabayên xwe danîn, dibistan jî boykot kirin. 10 hezar kes piştî ku goristana gerîlayên ku li taxa Qijlê jiyana xwe ji dest dane, dest bi meşe kirin, dewletê li gel reşand û di encama vê de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest da. Li gelek bajaran êrîşên wiha çêbûn. Heta dereng li gelek deveran êrîş bi ser agirê Newrozê de çêbûn û 31 sivîlî jiyana xwe ji dest da.

NEWROZA 1992’AN

Serokwezîrê wê demê Suleyman Demîrel beriya Newroza 1992’yan, li gel ku gotibû kesê ku dixwaze Newrozê pîroz bike dikare bi azadî pîroz bike jî serlêdana Newrozê ya li Cizîrê û Nisêbînê bi hinceta Rewşa Awarte nehate qebûlkirin. Li gel qedexeyan jî bi hezaran kesî qad bi rengê kesk, sor û zer xemilandin û govend girtin. Li gelek bajaran agirê Newrozê hate pêxistin, xwendekaran jî li dibistanan agirê Newrozê pêxistin û tevlî protestoyan bûn.

94 SIVÎL HATIN KUŞTIN

Li Kercosê ya Êlihê gel xwest ku şeva 20’ê Adarê Newrozê pîroz bike, leşkeran li gel reşand û 2 sivîl hatin kuştin. Li Cizîrê, Nisêbînê û Amedê tîmên taybet êrîş anîn ser gel. 94 kes, ku di nav wan de jin û zarok jî hebûn ji hêla hêzên Tirk ve hatin kuştin. Rayedarên dewletê her çendî gotina ‘ên mirî PKK’yî bûn’ bibêje jî di nav wan de Hatîce Katar a 5 salî, Mehdî Gunden ê 9 salî, Ramazan Bayer ê 70 salî û Nebahat Kakuç a 65 salî hebûn û vê nekarî ku rastiyê veşêrin. Tîmên taybet êrîş bi ser nûçegihanan jî birin ku hatibûn herêmê da ku Newrozê bişopînin. Di encama vê de nûçegihanê rojnameya Sabahê Îzzet Kezer jiyana xwe ji dest da.

Piştî pîrozbahiya ku bi rojan dom kirî 12 hezar leşker û 500 polîsî yek bi yek li malên Cizîrê geriyan û bi sedan kes hatin binçavkirin.

NEWROZA 1993’AN

Newroza 1993’yan kete ber serdeme ku PKK’ê banga ‘agirbest’ê kiribû, ji bo vê jî, li gorî salên din pîrozbahiyên Newrozê hinekî aram bihurîn. Li gelek herêman li gel ku hatibû qedexekirin jî li tax û kuçeyan Newroz bi pêşengiya HEP’ê hate pîrozkirin. Di serî de li Amedê li gelek bajaran gel daket meydanan.

NEWROZA 1994’AN

Beriya Newroza 1994’an li gelek bajaran bi ser malan de girtin, gelek kes girtin û bajarên Kurd hatin dorpêçkirin. PKK’ê jî pîrozbahiyên berê bibîr xist, li dijî provakasyonan bang kir ku ‘Newrozê li malên xwe pîroz bikin.’ Gelek kesan guh da bangê, di serî Amed, Cizîr li gelek bajara bi pêşengiya jin û ciwanan gel Newrozê dakete qadan. Li Amed Bağlar, Şehîtlik û Melîkahmet dikan heta nîvro, ya 21’ê Adarê girtî man. Ketin û derketina bajêr xistibûn ablûkayê.

NEWROZA 1995’AN

Li bajarên Kurdistanê ciwanan li gel qedexeyan jî li kuçe û kolanan agirê xwe pêxistin û govend girêdan. Bi pêşengiya HDP’ê 21’ê Adarê li Mêrsîn, Stenbol, Enqerê bi civînên bi destûrê çêbûn. Li Stenbolê, Parka Fatîqê komeke 500 kesî xwest ku çalakiyan bike, polîsan êrîş pêk anî û 23 kes destgîr kirin û girtin. Li gel hemû zextan jî piştî ku dewletê nekarî pêşî li Newrozê bigire polîtîkaya xwe ya Newrozê guhart. Bi navê ‘cejna Newrozê’ civînên fermî hatin kirin. Ji Azerbaycan, Qirgisiztan, Tirkmenistanên şande hatin vexwendin ji bo civînan.

NEWROZA 1996’AN

Ji bo ku pêşî pîrozbahiyên Newrozê ku bûbû xwedî nasnameyeke siyasî desthilatdariya wê demê ji rekteroiyên zanîngehan re giştînameyên ‘xwe ji Nevrûzê re hazir bikin’ şandi. Serokkomarê wê demê Suleyman Demîrel û Serokwezîr Mesût Yilmaz tevlî pîrozbahiyan bûn. Serekerkanê Artêşa Tirk Îsmaîl Hakki Karadayi jî ji yekîneyên leşkerî re peyam şand û’Nevrûz’a artêşa Tirk pîroz kir. Bi giştînameyekê 17-24’ê Adarê weke ‘Heftiya Nevrûz’ê hate ragihandin.

Li Kurdistanê kesek tevlî pîrozbahiyên ‘Nevrûz’ê nebû. Gel li tax û kuçeyan agirê xwe pêxist û govend girêda. Her çendî polîsan êrîş bire ser pîrozbahiyan jî heta êvarî pîrozbahiyan dom kir. Li gel astengkiyan jî li Amed, Meletî, Mêrsîn, Êlih, Edene, Stenbol, Enqere, Îzmîr, Balikesîr û gelek bajarên dî bi hezaran kes derketin kolann. Bi sedan kes hatin binçavkirin û gelek kes birîndar bûn. Yek ji navenda pîrozbahiyan jî zanîngeh bûn. Xwendekarên zanîngeha Stenbolê, Çukurovayê û Egeyê qadên kampûsê kirine qadên Newrozê. Xwendekaran li kampûsan agir vêxistin û gotin, ‘Bijî Newroz’.

NEWROZA 1997’AN

Di serî de li Amedê, li gelek bajarên Kurdistanê saziyên dewletê banga pîrozbahiyê kir û bername çêkirin. Tenê burokrasiya dewletê tevlî van pîrozbahiyan bû. Newroza bi pêşengiya HADEP’ê bi tevlêbûna bi deh hezaran kesî çêbû. Li Amedê, ku destûr neebû li salonên girtî jî Newroz were pîrozkirin agirê Newrozê li Batikent û Baglarê agirê Newrozê hate pêxistin, govend hate girêdan. Li Batikentê jinan bi rengê kesk, sor û zer qad xemilandin, polîsan êrîş birin ser gel.

Li Stenbolê, Meyda Abîde-Î Hurriyetê bi deh hezaran kes bi pêşengiya HADEP’ê Newroz pîroz kirin.

NEWROZA 1998’AN

Li Stenbolê bi bernameya hevpar a HADEP, ODP, SÎP û EMEP’ê li Zeytînburnu Kazliçeşmeyê Newroz hate pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de bi dirûşma hate gotin, ‘Newroz a me ye, wê ya me be’. Beriya Newrozê bi operasyonan gelek kes hatin destgîrkirin. Di serî de Amed li gelek bajaran polîsan êrîş pêk anîn. 20 kes birîndar bûn. Li Stenbolê beriya Newrozê bi ser rêxitina navçeyê ya HADEP’ê de, rojnameya Gundemê û gelek saziyên weşanê de girtin. Gelek kes hatin destgîrkirin.

NEWROZA 1999’AN

Piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîl hate girtin, Newroza 1999’an li hemû bajarên Kurdistanê hemû çalakî û bername hatin qedexekirin. Li gelek bajaran esnafan dirabeyên xwe girtin. Pîrozbahiyên Newrozê, li gel ku komployê jî hate pîrozkirin û bi deh hezaran kes derketin qadan. Bi deh hezaran kes ên ku li dora agirê Newrozê civiyan bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bersiv dan. Li gelek bajaran polîsan êrîş bire ser pîrozbahiyan. Li gorî daneyên ÎHD’ê 8 hezar û 174 kes hatin destgîrkirin.

HELWESTA MEDYA TIRK

Ev hişyarî û serhildana li Bakur ku ne li bendê bû, Enqere şoq kir. Hikumeta Tirk a bi serokwezaretiya Yildirim Akbûlût bêçare bû. Medya Tirk nizanîbû ku wê çi binivîsîne. Rojnameya Gunaydin wê di 24'ê Adara 1990'î de ev manşet bi kar anîbûn; "Gelo Tirkiyeya Komarê wê meşên bi vî rengî jî bidîta? Xwedê, çi bi êş e'. Rojnameyê di spota nûçeya xwe de wiha digot; "Doh bi neteweyî em qehirîn... Di dîroka me ya komarê de yekemcar li navçeyeke me bi hezaran welatiyên me dirûşmên 'cihêkariyê' qîriya. Em pê hesiyan ku li Cizîrê xençer li dilê me ket. Gelekî bi êş jî be dem hatiye ku em rastiyan bibînin."

Berevajî çapemeniya Tirk, çapemeniya cîhanê serhildana ku heta dawiya Nîsana 1990'î dewam kir, bi vî sernavî parve kiribûn:

* Serhildana Kurdan destpê kir (TAZ, 22.03.1990)
* Li Kurdistanê serhildan (Frankfurter Rundschau 22.03.1990)
* Li Tirkiyeyê nerehetiya Kurdan girseyî dibe (The Independent, 22.03.1990)
* Li Kurdistana Tirkiyeyê serhildan (Folket i Bild, 22.03.1990)
* Li Kurdistan a 'wehşî' raperîna bi xwîn (Kolner Stadt Anzeiger, 19.04.1990)
* Rabûna ser piyan a bi xwîn (Le Monde, 06.04.1990)

2000’Î Û ŞÛNDE NEWROZ

NEWROZA 2000’Î

Bi îlankirina agirbestê ya PKK’ê re, qedexe hinek hatin sistkirin bi fermî rê hate dayîn bê pîrozkirin. Pîrozbahiyên li Amed, Êlih, Wan, Colemêrg û Sêrtê destpê kir, bi hezaran kes tevlî bûn. Pîrozbahiyên bi pêşengtiya HADEP’ê li Amedê hate organîzekirin, li qada fûarê ya 8 kêlometre dûrî bajar hate kirin. Nêzî 100 hezar kes tevlî pîrozbahiyê bûn. Li Rihayê jî polîsan bi hinceta ku destûr nîne, êrîş bire ser ciwanan û 20 kes destgîrkirin.

NEWROZA 2001’Ê

Bi hezaran mirovên bi dirûşma ‘Ne înkar û ne cihêkarî, komara demokratîk’ li qadên Newrozê hatin ba hev, daxwazên aştiyê qîr kirin. Di serî de Amed, Mêrsîn, Wan, Colemêrg, Şirnex, Ceyhan, Elbistan, Îskendûrûn, Hatay, Osmaniye, Edene, Stenbol, Dîlok û Êlihê li dehan bajaran Newroz bi hemû renge xwe bi heybet hate pîrozkirin. Li Amedê ku beşdarî zêde bûn, hejmara welatiyan giha nîv milyonê.

NEWROZA 2002’AN

Tevî qedexeyan li gorî şert û mercên demê di Newroza 2002’an de bi milyonan kes li hev kom bûn. Tirkiye di demekê de ku pêvajoya YE, dagirkeriya Iraqê û girtina HADEP’ê di rojevê de bû, rêveberên wê hatin destgîrkirin, yek ji mijarên girîng ên wê demê bûn. Amed, Wan, Colemêrg û Şirnex di serî de li gelek bajar û navçeyan bi milyonan mirov di pîrozbahiyê de hatin ba hev. Berî pîrozbahiya Amedê tîmên polîs û tevgerên taybet ên ji navçe û bajarên derdor anîn, Amed dorpêç kiribûn. Milyonan kesên hatin ba hev daxwazên azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dubare kirin.

NEWROZA 2003’AN

Sala 2003’an Rojnameya Ozgur Gundem bi manşeta ‘Li Dijî Dehaq, Agirê Newrozê’ da. Li dehan bajaran pîrozbahiyên Newrozê bi coş û bê pirsgirêk hate pîrozkirin. Di Newroza Amedê de ji bo balê bikişînin ser dagirkeriya Iraqê û neçareseriya pirsa Kurd dirûşmên ‘Ji Şer Re Na’ hatin qîrkirin. Li pîrozbahiya Amedê hunermend Kazim Koyuncu, Ferhat Tunç, Reşo, Agirê Jiyan û Teoman konser dan.

NEWROZ 2004’AN

Newroza 2004’an di arîfeya hilbijartina xwecihî ya 28’ê Adarê pêk hat, li bajarên Kurdistanê heman demê rengên hilbijartina xwecihî jî diyar bûn. Di pîrozbahiyên li dehan bajaran de li qadan rengê kesk-sor-zer xemilîn. Ji bo Şirnex û navçeyên din ên sala 1992’an şahidi ji qetlîamên pîrozbahiyê re kirine, cara yekem destûra wê hate dayîn. Li Amedê 1 milyon, li Stenbolê 100 hezar, li Êlihê jî 150 hezar û li Rihayê jî 50 hezar kes ên tevlî pîrozbahiyan bûn, bal kişandin ser aştiyê.

NEWROZA 2005’AN

Di Newroza 2005’an de Konfederalîzma Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a alternatîfa hişmendiya netew-dewletê hate îlankirin. Di serî de li Amed, Wan, Êlih, Mêrsîn, Stenbol û Îzmîrê bi milyonan cihê xwe di pîrozbahiyê de cihê xwe girtin. Provakasyona alê ya ji aliyê kontroyan ve li pîrozbahiya Mêrsînê hate hildan, demek dirêj di rojeva Tirkiyeyê de cihê xwe girt.

NEWROZA 2006’AN

Tevî qedexeyan jî li qadên Newrozê bi milyonan kes li hev kom bûn. Di pîrozbahiyan de jinan bi rengê xwe derketin pêş. Di pîrozbahiyê de bi li ser pirsa ‘Hûn Ocalan weke vîna xwe ya siyasî qebûl dikin?’ Bi yek dengî gotin; ‘Erê’ bersiv dan. Di pîrozbahiyan de ku Ocalan wek vîna siyasî derket pêş, polîsan li gelek bajaran êrîş kirin.

NEWROZA 2007’AN

Ji ber tecrîda giran a li ser Ocalan û pirsgirêkên tenduristî û dijî jehirdanê bi milyonan kesên daketin qadên Newrozê dirûşma ‘Tenduristiya wî tenduristiya me ye’ li hev kom bûn. Di pîrozbahiyan de xwedîderketina li Ocalan li herî pêş bû. Li dehan bajaran agirê Newrozê hate pêxistin, pîrozbahî li gorî salên borî aramtir derbas bûn.

NEWROZA 2008’AN

Bi milyonan kesên di pîrozbahiyan de hatin ba hev bi dirûşma ‘Êdî Bese’ li gel polîtîkayên înkar û îmhayê ji bo girtina Girtîgeha Îmralî ku Ocalan lê tê ragirtin, dîsa Ocalan bê berdan û ji bo çareseriya pirsa Kurd weke muxatab bê esasgirtin, bang hate kirin. Tevî q edexeyê jî lig elek bajaran bi deh hezaran kesên daketin qadan Newroz pîroz kirin. Di serî de li Wan, Colemêrg û Geverê polîs û leşkeran êrîşî pîrozbahiyan kirin. Li Wanê Remezan Dal û Zekî Erînç, li Geverê jî Îkbal Yaşar ê 20 salî hate qetilkirin.

NEWROZA 2009’AN

Newroza 2009’an a rastî hilbijartina pêşwext hate kirin, rengên sindoqan jî hê berî çend rojan diyar kiribû. Di Newroza Amedê de dahûrandên Ocalan ên salên 90’î li ser Newrozê li qada Newrozê li ser ekranên mezin ji aliyê bi milyonan kesî ve hatibûn dagirtin hate guhdarkirin. Vê jî deng vedabû.

NEWROZA 2010’AN

Nêzî 4 milyon kesên li 108 navendên cihê di Newroza 2010’an de hatin ba hev bi dirûşma ‘Rêbertiya Azad, Nasnameya Azad, Rêveberiya Demokratîk’ Ocalan weke muxatabê pirsa Kurd nîşan dan. Mîna sala borî li qada Newrozê dahûrandinên Ocalan ên li ser Newrozê hate nîşandan. Piştre jî bi deqeyan çepik hatin lêdan.

NEWROZA 2011’AN

 Newroza 2011’an bi dirûşma ‘Ji bo Jiyanek Bi Rûmet, An Azadî An Azadî’ li 130 navendên cihê bi milyonan kesî pîroz kirin. Piştî agirbesta ku bê bersiv ma, daxuyaniya Ocalan a bi rêya parêzeran ku ‘Heta Newrozê ezê binêrim’ kir ku tevlîbûneke zêde ji bo Newrozê bibe. Di pîrozbahiyan de ji bo çareseriya pirsa Kurd Ocalan hate nîşandan, ji bo çareseriyê jî modela Xweseriya Demokratîk a Ocalan hate pêşkêşkirin.

NEWROZA 2012’AN

Newroza 2012’an di serî de li Amed, Êlih û Stenbolê lig elek navenda hate qedexekirin. Tevî qedexeyê jî li Amedê bi milyonan kesên ji çar aliyan ve bendên hatî danîn derbas kirin ber bi Parka Newrozê ve ketin meşe. Tevî ku li gelek cihan êrîş jî hate kirin, temamiya girseyê xwe gihandin qada Newrozê. Navenda pîrozbahiya Newroza Stenbolê Qada Kazliçeşme bû. Polîsan êrîş bi re ser bi deh hezaran kesên ber bi qadê ve diçûn, piştî êrîşê li gelek semtan şer rû dan. Rêveberê BDP’ê yê ARnavûtkoyê Haci Zengîn ji ber guleya bombeya gazê li serê wî ket, şehîd bû. Li Êlihê jî di pîrozbahiyan de Ahmet turk û gelek wekîlên BDP’î rastî êrîşa bombeyên gazê hat. Polîsan êrîş bire ser Ahmet Turk.

NEWROZA 2013’AN

Di Newroza 2013’an de ji ber mercên ‘Pêvajoya Çareseriya Demokratîk’ bi dirûşma ‘Ji Ocalan re azadî û ji bo Kurdan statû’ manifestoya Ocalan mohra xwe li Newrozê da. Pîrozbahiya ku nêzî 2 milyon mirov tevlî bû, Amedê şahidi ji çalakiya herî girseyî ya dîroka xwe re kir. Pîrozbahiya ku bi milyonan zindî lê temaşe dikir, bi daxuyaniya dîrokî ya Ocalan re, pêvajoyeke nû ya têkoşînê destpêkiriye hate ragihandin.

NEWROZA 2014’AN

Pîrozbahiyên Newrozê ku wê fînala wê li Amedê pêk bê, ji bo wê ji dehan bajarn bi tevlîbûna milyonan pêk hat. Ji gelek aliyên cîhanê ji bo şahidiyê ji Newroza Amedê re bikin, hatibûn qadê. Di Newrozê de nêzî 3 milyon mirov li hev kom bûbûn. Cara yekem li pîrozbahiyê peyama bi dîmen a Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayîk li ser ekranên mezin hate nîşandan. Bi milyonan mirovî lê temaşe kir. Peyama Ocalan a Kurdî ji aliyê Serokwekîla Koma BDP’ê PErvîn Bûldan û ya Tirkî jî ji aliyê Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Sirri Sûreya Onder ve hatin xwendin. Roja din a piştî pîrozbahiya ku bi dehan tv şopandin di serî de medya hewûz gelek weşanan manşetên ‘Ocalan: Aştî dewam e’, ‘Newroza domandina çareseriyê’, ‘Li Newrozê nameya Ocalan hate xwendin: Dema em li hev tên jî natirsin’, ‘Peyama Biryardariyê’, ‘Newroza Aştiyê’, ‘Êdî bila pêvajoya müzakereyê destpê bike’ û ‘Bihara çareseriyê’ hatin danîn.

NEWROZA 2015’AN

Newroza 2015’an a li nêzî 100 bajaran hate pêxistin, nuqteya herî dawî dîsa Amed bû. Di pîrozbahiyê de nameya Ocalan a li Girtîgeha Îmralî li nava tecrîdê ye, mohra xwe li pîrozbahiyê da. Newroza li parke hate kirin, nêzî 2 milyon mirov, dîsa li gel vê ji 25 welatên di serî de DYE, Îngîltere, Fransa, Avûstralya sefîr, rojnamevan, nivîskar, hunermend, akademîsyen, rewşenbîr, siyasetmedar, diplomat, parlemetner di nav de 437 mêhvanên taybet cihê xwe girtin. Her wiha Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah jî tevlî şahiyê bûbû. Xwendina nameya Ocalan a Kurdî û Tirkî mohra xwe li şahiyê mohra xwe da, ji bo pêşvebirina pêvajoya çareseriyê KCK vexwend kongreye.

NEWROZA 2016’AN

Piştî pêvajoya çareseriyê ji aliyê AKP’ê ve hate dawîkirin ji ber Newroza 2015’an yekem a piştî vê pêvajoyê bû, xwedî taybetmendiyek girîng bû, tevî astengiyan jî bi milyonan kes li Parka Newrozê ya Amedê kom bûn. Pîrozbahiya ku ji aliyê DTK’ê ve hate kirin, berî pîrozbahiyê gelek poster û afîş bi hinceta ‘propagandaya rêxistinê’ ji aliyê polîsan ve hatin danîn. Li pîrozbahiyê peyamên Ocalan ên berê şandibûn dîsa li Newrozê hate xwendin. Hem li hundir û hem li derve gelek rewşenbîr, hunermend, rojnamevan û aktivîst tevlî pîrozbahiyê bûn. Newroza ku rastî pêvajoya têkoşîna xwerêveberiyê ya li Nisêbîn, Gever, Cizîr, Silopya û Şirnexê hat, li Newrozê bi milyonan berxwedan silav kirin.

NEWROZ 2017’AN

Newroza 2017’an û şûnde hatin kirin weke Newrozên berxwedanê yên li dijî bloka faşist a AKP-MHP’ê kete dîrokê. Newroza bi dirûşma ‘Teqez Em ê Qezenc Bikin’ ku ji aliyê KCD, TJA/KJA, DBP û HDP’ê ve hatin kirin, tevî îlana Rewşa Awarte ku rejîma faşîzan jî li hemû bajarê Bakurê Kurdistanê hate pîrozkirin. Sembola Newroza 2017’an jî Kemal Kurkut ê ji aliyê polîsên Tirk ve hate qetilkirin bû. Di sibeha Newroza Amadê xwedekarê zanîngehê Kemal Kurkut bi gotina ‘bombeyê zindî ye’ li ber kamereyan kêlî bi kêlî bi guleyan hate qetklkirin.

NEWROZA 2018’AN

Newroza 2018’an jî bi dirşmên ‘Newroz Berxwedana e, li dijî faşîzmê bihara gelan e’ û ‘Wê faşîzim têk biçe, gel bi ser bikeve’ hate pîrozkirin. Newroz vê salê bi xwepêşandanên girseyî yên li Kurdistan û çar aliyên cîhanê hate kirin, ji aliyê milyonan ve dagirkeriya li Efrînê protestokirin.

NEWROZA 2019’AN

Newroza 2019’an bi dirûşma ‘Bi teqez em ê bi ser bikevin, tecrîdê dawî bikin’ li dijî sîstema êşkence û tecrîdê ya dewleta Tirk li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan veguherî berxwedanê. Bi milyonan welatiyên li qadên Newrozê kom bûn, xwedî li berxwedana greva birçîbûnê ya bê dem-bêdorveger a li zindanan hebû, derken, daxwaz kirin tavilê dawî li êşkence û tecrîda li Îmralî bînin kirin.

NEWROZA 2020’AN

Newroza 2020’ê ji ber şewba vîrûsa Koronayê bi girseyî nehate pîrozkirin.

NEWROZA 2021’AN

Gelê Kurd Newroza 2021’ê bi dirûşma ‘Bi agirê Newrozê li berxwe bidin, azad bibin’ li Bakurê Kurdistan û Tirkiye li 61 navendan bi coş pîroz kirin. Di Newroza 2021’ê de bi milyonan kesên daketin qadan li dijî tecrîd, qirkirina jinan û binpêkirinên biloka faşist a AKP-MHP’ê dengê xwe bilind kirin.