Li Bakurê Kurdistanê bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd dar hatin danîn

Bi munasebeta rojbûna 72’emîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê dar hatin danîn.

Li navçeya Artûklû ya Mêrdînê şandeyek ji Tevgera Jina Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Meclîsan Dayîkên Aştiyê hatin gel hev û rojbûna 72’emîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin. Di çarçoveya pîrozbahiya li Artûklûyê de 72 dar hate danîn. Piştre beşdaran bi forûmên ku amade kiribûn, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan nirxandin.

Di forûmê de hate gotin ku astengiya herî mezin ya li pêşiya azadiya gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn ji dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd çavkaniya xwe digire û divê tecrîd bi lez were rakirin.

Merasîm bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

ŞIRNEX

Bi boneya 4'ê Nîsanê roja Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 72 dar hate danîn.

Di merasîma ku li Taxa Komarê ya girêdayî navenda bajêr pêkhatî de Parlementerên HDP'ê yên Şirnexê Nûran Îmîr, Hasan Ozgûneş, çalakvanên TJA, Meclîsa Dayîkên Aşitiyê û rêxistinên bajar û navçeyê yên partiyê tevlî merasîmê bûn.Beriya dar bên danîn parlementerê HDP'ê Hasan Ozgûneş axivî.

Ozgûneş got, "10 mîlyonan Kurd Birêz Ocalan weke Rêberê xwe qebûl kiriye. Ev roj roja vejînê ye. Ji ber girîngiya vê rojê em 72 daran datinîn. Em hêvî dikin ku ev roj bibe wesîleya azadî, aştî û demokrasiyê."

Piştî axaftinan bi klam û govendê, 72 dar hatin danîn.