Li bajarên Kurdan qedexeyên li ser çalakiyan didome

Rejîma Tirk li Colemêrgê qedexeya çalakiyan 15 rojan dirêj kir.

Rejîma Tirk li Colemêrgê qedexeyên li ser çalakiyan 15 rojan dirêj kir.

Ev pêkanînên awarte yên li bajarên Kurdan bi awayekî sîstematîk tê dirêjkirin.

Di 26’ê Sibatê de li Rihayê heta mehekê çalakî hatibûn qedexekirin, di 21’ê Sibatê de jî li Mêrdînê qedexe 15 rojan hatibû dirêjkirin.

Li Wanê jî di 2’ê Sibatê de biryara dirêjkirina qedexeyan hatibû dayîn.  Li Dêrsimê jî bi qasî heşt mehan e ku çalakî hatine qedexekirin.

Li gorî rapora binpêkirinên mafên mirovan a ku Şaxa Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan amade kiribû sala borî li 4 bajaran û li 13 navçeyên van bajaran herî kêm 10 caran ‘herêmên ewlekariya taybet’ hatibû îlankirin.

Li 96 gundên 8 navçeyan jî bi giştî 13 caran qedexeya derketina derve hatibû ragihandin.