Li bajarên Ewropa dewleta Tirk tê şermezarkirin

Kurdistanî û dostên wan êrîşa dewleta Tirk a bi ser Rojava û Şengalê de li Ewropayê şermezar dikin.

Li paytexta Fransa Parîsê, li banlîyoya Drancy êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojava û Şengalê hate şermezarkirin.

Kurdistanî li ber Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Drancy hatin cem hev û bi dirûşmeyên ‘’Bimre îxanet’, ‘Bijî berxwedana Rojava’, ‘Kujer Erdogan’’ heta bi banlîyoyea Bobîgnyê çûn.

Hevserokê NCKD a Drancyê Alî Alci got: ‘’Dewleta Tirk a faşîst êrîşê dibe ser destketiyê gelê me li Rojava û Şengalê. Divê dewletên Ewropa li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdan bêdeng nemînin, ku Kurd bi lehengî dijî DAIŞ’ê şer dikin. Em ê her roj li gel berxwedana Rojava û Şengalê li derve bin.’’

AMSTERDAM

Li Amsterdam a Hollanda jî Kurdistanî û dostên wan li Museûm Pleînê hatin cem hev û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Şengalê şermezar kirin.

Di çalakiyê de hate gotin dewleta Tirk tehemûlî serketina Kurdan a li dijî DAIŞ’ê nake, pê li peymanên navdewletî dike û êrîşê dibe ser Kurdan. Her wiha hate gotin ku perspektîfa Neteweya Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn pêk tê.

BRUKSEL

Li Brûksel a Belçîka jî Kurdistanî li kuçe û kolanan bûn. Nêzî 200 kesî li ber konsolosxanya Tirk hatin cem hev û êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin. Komîteya Hevgirtina Rojava û Secourst Rouge jî di çalakiyê de amade bûn. Jinên SKP’yî, nûnerên Halkevî a Brûkselê jî hazir bûn.

HEILBRONN

Li Heîlbronn a Elmanya jî êrîşên dewleta Tirk bi mîtîngekê hate şermezarkirin. Bi sedan Kurdistanî û dostên wan Elman bi organîzasyona Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hatin cem hev û ev peyamn dan: ‘’Erdogan hartirîn dijminê gelê Kurd e. Bi hovane êrîş dibe ser destketiyên Kurdan. Çi qasî êrîşê bînin jî hêza Kurdan heye, Rêbertiya wê heye û ti kesek wê nikaribe ku Kurd têk biçin.’’

Di çalakiyê de îxaneta PDK’ê jî hate destnîşankirin û hate gotin: ‘’Em deqa îxanetê ya Barzanî ji şehîdbûna Bêrîvanan zanin û dîrok wê vê binivîsîne.’’