Li aqûbeta Mahmût Dogan hate pirsîn

Xizmên girtiyan û parêzvanên mafên mirovan ên Amedê li aqûbeta Mahmût Dogan pirsîn ê ku di sala 1993’an de piştî ku hatibû destgîrkirin, hatibû windakirin.

Xizmên Windayan û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 611’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin” ji ber vîrûsa koronayê bi rêya vîdeoyek li dar xist. Vîdeo li ser hesabê medyaya dîjîtal yê ÎHD’ê hat belavkirin. Rêveberê ÎHD’ê Ercan Yilmaz serpêhatiya Mahmût Dogan ê di 27’ê Mijdara 1993’yan de li navçeya Çinarê ya Amedê hat qetilkirin vegot û xwest kujerên Dogan werin dîtin.

Yilmaz diyar kir ku dema Mahmût Dogan di nezaretê de hatiye qetilkirin bavê 4 zarokan bûye û şifêrtî dikir. Ercan da zanîn ku Dogan roja 27’ê Mijdarê ji malê derdikeve û dixwaze bi taksiya xwe biçe kar û êvarê venegare malê û li ser vê yekê malbata wî bi fikar dibe û demildest serî li qereqolê dide. Yilmaz anî ziman ku Emniyeta Amedê ji malbatê re dibêje ku Mahmût Dogan di nezaretê de ye û di wesayîta wî de çek hatine desteserkirin û pişt re emniyet înkar dike ku ew nehatiye destgîrkirin.

Yilmaz da zanîn ku cenazeyê Mahmût Dogan û kesek pê re di 28’ê Çileya 1994’an de li herêma Qerejdaxê ya girêdayî navçeya Çinarê tê dîtin û her çiqas serlêdan hatin kirin û lêpirsîn hatin birêvebirin, dosye hat girtin û kujer jî nehatin dîtin.