Li Amedê Zîlan bi merasîmekê hate bibîranîn

Zeynep Kinaci (Zîlan) ku di sala 1996’an de li Dersimê li dijî hêzên dagirker çalakiya fedaî pêkanibû li Amedê bi merasîmekê hate bibîranîn.

Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo 22’emîn salvegera şehadeta Zeynep Kinaci (Zîlan) li Amedê merasîma bibîranê li dar xist. Merasîm li avahiya HDP’ê ya bajêr hate lidarxistin.

Li salonê wêneyên Zîlan û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin, qurnefîl hatin danîn û mûm hate pêxistin.

Merasîm ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê bi deqîqeyekê rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Hevseroka HDP’ê ya Amedê Fîlîz Bûlûttekîn axivî û qala têkoşîna Zîlan û Sema Yuce kir. Bûlûttekîn wiha domand; “Komploya li ser Rêber Ocalan pêk hatî bi çalakiyên girîng û fedaiyeke mezin hate pûçkirin. Em weke rêhevalên wan dikarin tecrîda li ser Rêber Ocalan bi vî rûhê giring dikarin pûç bikin.”

Piştre Parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz axivî û wiha got; “Em rojên dîrokî dijîn. Li ser gelê Kurd ji salên 90’î ve politîkayên qirêj tên meşandin. Li dijî politîkayên qirêj heval Zîlan ji bo Kurdistan û jinan têkoşiya. Sekna heval Zîlan ji bo şikandina tecrîdê ji bo me rêya hebûnê ye. Em ê mezin bifikirin û mezin qezenc bikin.”