Li Amedê sê siyasetmedar hatin destgîrkirin
Piştî desteserkirina şaredariyan operasyonên qirkirina siyasî didomin. Li Amedê sê siyasetmedarên din hatin destgîrkirin.
Piştî desteserkirina şaredariyan operasyonên qirkirina siyasî didomin. Li Amedê sê siyasetmedarên din hatin destgîrkirin.
Operasyonên qirkirina siyasî ku piştî desteserkirina şaredariyên HDP'î li 29 bajaran dest pê kirin didomin. Hevserokê DBP'ê yê Amedê Garîp Kandemîr, Hevserokê HDP'ê yê beriya niha yê Amedê Mehmet Şerîf Çamçi û endamê Meclîsa Şaredariya Peyasê Îsmaîl Bardakçi hatin destgîrkirin.
Her sê siyasetmedar birin Şaxê TEM'ê ya Midûriyeta Emniyetê ya Amedê.