Li Amedê saziyên sivîl bang li CPT û NY’ê kirin ku erkê xwe pêk bînin

Endamên MED TUHAD FED û TUAY-DER’ê li Amedê bi daxuyaniyek hevpar ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang li Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) û Neteweyên Yekbûyî (NY) kirin ku bi erkê xwe rabin.

Ji ber ku fikarên têkildarê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her ku diçe zêdetir dibe, Federasyona Saziyên Piştewanî û Huqûqî ya Malbatên Girtî û yên Ceza xwarinî ya MED (MED TUHAD FED) û Saziya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) daxuyaniyek hevbeş dan.

Hevserokê TUAY-DER Emîn Guzel ji ber ku ew demek dirêje parêzer û malbat nikarin bi Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên ku li Îmraliyê dîl tên girtin hevdîtinê pêk bînin bertek nîşan da.

Guzel got, “Ji ber ku ji 27’ê Nîsana 2020’an û wir de hevdîtina parêzer û malbat nekariye pêk bê, ti agahiyek ji Birêz Ocalan nayê girtin. Ji aliyekê ve rewşa tecrîda giran-mutleq didome, ji aliyekê ve jî ji 14’ê Adara 2021’an ve li ser hesabên medya dîjîtal îdeayên cûr bi cûr yên têkildarî jiyana Birêz Ocalan avêtine holê.”

Guzel axaftina xwe domand û ragihand: “Nêzî 1 sale ku di wateya zagonî de bi ruxmê ku her cûre şert û merc hene jî, lê ji ber ku bi Birêz Ocalan re hevdîtin nayê kirin û şeklê herî giran ê tecrîdê didome, îdeayên ku li ser medyayên dîjîtal tên parvekirin di serî de malbat û rêxistinên mafê mirovan di hemû raya giştî de di asta herî jor de fikar daye çêkirin.”

Emîn Guzel diyar kir ku tecrîda der huqûqî hemû civak jî bandor kiriye û wiha pêde çû: “Siyaseta tecrîdê ya li grava Îmraliyê tê pêkanîn li dijî hemû yasayên netewî û navnetewî ye. Tecrîda tê pêkanîn êdî rewşa xwe ya nêzîkatiya xirab derbas kiriye û weguheriye şeklê êşkenceyê. Daxuyaniyên ku têkildarê jiyana Birêz Abdullah Ocalan yê di bin wan şertan de ye me xistiye nava fikaran. Di vê qonaxê de di serî de wek parêzer û malbat bi rengekî li gorî yasayan guncav divê yekser biçin Grava Îmraliyê û hevdîtinê pêkbînin û ev hevdîtin rengekî berdewam li xwe bigre, divê mafê hevdîtina bi telefonê rêk û bê kêmasî were bikaranîn. Têkildarê mijarê banga me di serî ji bo Wezareta Dadê û rayedarên Hukumetê, ji hemû sazî û rêxistinan heye ku bi erkê xwe rabin. Her wiha CPT û NY’ê jî vedixwînin ku erkê xwe pêkbînin.”