Li Amedê roja 10’an: Rêya rizgariyê di berxwedanê de ye!

Berxwedana li Amedê ya li dijî dagirkeriya qeyûm di roja 10’an de ye. Di çalakiyê de daxuyanî hate dayîn û banga ‘helwesta cidî bigre’ li CHP’ê hate kirin. Di çalakiyê de peyama “Rêya rizgariyê di berxwedanê de ye” hate dayîn.

Çalakiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a li dijî tayînkirina qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di roja 10’emîn de dewam kir. Îro jî parlamenterên HDP’ê, hevşaredarên navçeyên Amedê, endamên Dayikên Aştiyê yên Êlih û Amedê û bi sedan welatî li Kolana Lîseyê ya li miqabilî avahiya Şaredariya Amedê çalakiya rûniştinê li dar xistin.

Serokên partiyên çepgir Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Partiya Şoreşger, Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP), Partiya Siberoja Çep (SGP), Partiya Kesk a Çep, Serokê Komeleya Pîr Sultan Abdal a Şaxa Amedê Garîp Kaplan, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl piştevanî dan çalakiyê. Her wiha nûnerên partiyên Kurdistanî jî di çalakiyê de amade bûn.

Girseya ji heft salî heta heftê saliyan pêk dihat bênavber dirûşmên li dijî vîna xwe berz kirin û stran û sirûd gotin.

Piştî çalakiya rûniştinê girseyê pankarta “Dest nedin vîna min” vekirin û nûnerên partiyan daxuyanî dan.

‘DIVÊ CHP HELWESTA CIDÎ BIGRE’

Serokê Komeleya Pîr Sultan Abdalê Garîp Kaplan ewilî axivî û destnîşan kir ku tayînkirina qeyûman darbeyek siyasî ye û got: “Divê em hemû bi hev re têbikoşin. Divê CHP û serokê wê giştî demildest li dijî vê darbeyê helwesta xwe nîşan bidin û li cem gelê kurd cih bigirin. Em ê bi hev re têbikoşin û bi hev re bi ser bikevin.”

Serokê Giştî yê Partiya Kesk a Çep Sînan Tutal jî axivî û bang li gelên Tirkiyeyê kir û got: “Pêwîste kes li dijî vê darbeyê bêdeng nemîne. Heke em têkoşîna xwe xurt bikin, Wê qeyûm biçin û gel bi ser bikevin.”

‘EV TOLA SÛRIYE Û STENBOLÊ YE’

Nûnerê SODAP’ê Sezgîn Kartal jî wiha got: “Qeyûm hatine û dibêjin ‘ji cihê em mane em ê bidomînin.’ We ji ku dest pê kir ku hûn dewam dikin? We darbe li ser darbeye pêk anî, hûn wê berdewam dikin? Hûn tolhildana Sûriyeyê ji Amed, Mêrdîn û Wanê distînin? Tolhildana Stenbolê hûn ji Amedê distînin? Hûn bi tonan beqlewaya we xwariyê bidomînin? Wê gelê kurd û gelên Tirkiyeyê destûr nedin vê yekê. Wê gelê kurd şermkirinê nîşanî we bide. Em ê bi berxwedana xwe hemûyan bişînin ser sergoyê dîrokê.”

‘ŞANDINA QEYÛMAN DEYNÊ STUYÊ ME YE’

Seroka Partiya Şoreşger Elîf Torun Oneren jî diyar kir ku gelê Amed, Mêrdîn û Wanê têkoşînek mezin a îradeyê birêve dibe û got: “Wê têkoşîna vir her tiştî diyar bike. Ev tenê ne desteserkirina vîna gelê Kurd e, desteserkirina vîna hemû gelan e. Em hemû stûnên vê berxwedanê ne û em ê berxwedana xwe bidomînin. Niha her alî li dijî desteserkirina îradeyê li qadan têdikoşe. Deng didin Amed, Mêrdîn û Wanê. Ji berxwedana dayika 80 salî ku bi erdê re kaşkirin ditirsin. Bi taybetî jî ji berxwedana jinan ditirsin. Armanca vê darbeyê jî ew e ku li dijî pergala hevserokatiyê ye. Şandina qeyûman deynê stuyê me ye.  Jinan serê xwe netewand û li ber xwe didin.”

'RÊYA RIZGARIYÊ DI BERXWEDANÊ DE DERBAS DIBE’

Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu jî îşaretî têkoşîna Dayikên Aştiyê kir û got: “Em ê bi berxwedana dayikên laçik spî bi ser bikevin. Bi baweriya berxwedana jinên li kolanan li ber xwe didin dîwarên tirsê hatin şikandin. Ji bilî berxwedanê tu rêyek din nîne û em ê bi berxwedana xwe faşîzmê hilweşînin.”

‘EM HEBÛN, HENE Û EM Ê HEBIN’

Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Ahmet Şik jî wiha got: “Îro tenê qeyûm tayînî ser şaredariya Amed, Mêrdîn û Wanê nekirine, di heman demê de tayînî ser şaredariyên Stenbol, Îzmîr û gelek bajarên din kirine. Îro heke vîna gelekî tune tê hesibandin, ev bandora neyînî li ser hemû gelên welat dike. Tişta bi serê gelê Kurd de tînin bi serê hemû gelên welat ve tînin. Gelê Kurd jî wekî hemû gelên Tirkiyeyê xwedî mafê hilbijartin û hilbijêriyê ye. Ya em ê xwedî li demokrasiyê derkevin an em ê derkevin. Tercîh a we ye. Wê ev tercîh siberoja we û zarokên we diyar bike. Li gel hemû êrîşan jî çongê nikarin bidin danîn. Yên dixwazin çongê bitewînin bila viya baş dizanibin; em bi hêz in û em ê bi ser bikevin. Em hebûn, hene û em ê hebin.”

Piştî daxuyaniyê girseyê 5 deqîqe çalakiya rûniştinê li dar xist. Piştî çalakiya rûniştinê girse bi berzkirina dirûşmeyan belav bû.