Li Amedê rêveberiya şîrketa MED A.Ş ya şaredariyê îstifa kir

Şêwirmendên malî û rêveberiya şîrketa MED A.Ş. ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi armanca protestokrina desteserkirina şaredariyê îstifa kirin.

Nerazîbûnên li dijî desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Merdîn yên 19’ê Tebaxê ji aliyê rejîma AKP-MHP’ê ve zêde dibin.

Li Amedê 6 kesên endamên Desteya Rêveberiya Şîrketa Anonîm ya Xizmetên Civakî û Bajariyî MED ji peywirê îstifa kirin.

Daxwaznameya îstifayê radestî alîkarî qeyûm Walî Hasan Barî Guzeloglû hate kirin.

Alîkarê Serokê MED A.Ş Seher Tumer ragihand ku bi şêwirmendên malî, xebat û rêveberan re 6 kesan îstifa kirine.

Tumer wiha domand; “Bi armanca protesokirina qeyûm tayînkirina cihê hevşaredarê bajarê Mezin yê Amedê Adnan Selçûk Mizrakli em Endamên Desteya Rêveberiya MED A.Ş ji peywîra xwe îstifa dikin”