Li Amedê qeyûmê mêtinger 3 kesên din ji kar avêtin

Qeyûm ji Şaredariya Mezin a Amedê 3 kesên din jî ji kar avêtin.

Qeyûmê mêtinger ê li ser Şaredariya Mezin a Amedê 3 kesên din jî ji kar avêt. Hevserokên TUMBEL-SEN'ê Mehmet Candar û Nîhal Yanik û karkerê qedroyî yê şaredariyê Remzîl Yildirim bi biryara Wezareta Karê Navxwe yê Tirk ji kar hatin avêtin.

Ji 47 kesên ku di lîsteya lêpirsînê de bûn, ku dema qeyûm Cumalî Atîlla ev lîste hatibû hazirkirin, Candar, Yanik û Yildirim bi hinceta 'teror'ê ji kar hatin avêtin.

Bi vî rengî 47 kesên di lîsteyê de hemû ji kar hatin avêtin.