Li Amedê protestoya 15'ê Sibatê: Dikan nehatin vekirin
Dikandarên li Amedê, di salvegera komploya navneteweyî ya 15'ê sibatê de dikanên xwe venekirin û komplo şermezar kirin.
Dikandarên li Amedê, di salvegera komploya navneteweyî ya 15'ê sibatê de dikanên xwe venekirin û komplo şermezar kirin.
Di salvegera 18. a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê de, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê hat kirin, dikandarên li Amedê dikanên xwe venekirin.
Li gelek navçeyên Amedê bi taybetî li navçeya Rezanê û li gelek taxan, dikandaran derabeyên dikanên xwe venekirin. Li kolan û taxên dikan nehatin vekirin, tenê wesayîtên zirxî yên polîsan hene, ku li dewriyê digerin.
Tê payîn, li 4 navçeyên navendî yên bajêr, li ser 15'ê Sibatê daxuyaniyên çapemeniyê werin dayîn.