Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Li Amedê operasyonên leşkerî yên artêşa Tirk

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, artêşa Tirk di navbera 5 û 7'ê Çileyê de li Amedê operasyonên leşkerî pêk aniye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser operasyonên artêşa Tirk ên li Amedê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Artêşa TC roja 7'ê Çileyê li qadên Şehîd Remzî û Şehîd Ferhat ên li navçeya Licê ya Amedê derket operasyonê. Operasyon roja 10'ê Çileyê qediya. Artêşa TC di 12'ê Çileyê de li qada Apê Mûca ya navçeya Licê dest bi operasyonê kir û ev operasyon hê jî dewam dike."

Navendê her wiha ragihand, di navbera 5 û 7'ê Çileyê de artêşa Tirk li derdora qadên Xaçep û Şirgirik ên navçeya Pîranê operasyonek pêk anî.