Li Amedê nobeda 39’emîn: Bi AKP’ê re tu kêşe çareser nabin

Li Amedê li dijî desteserkirina şaredariyan Nobeta Demokrasiyê hate lidarxistin. Nobet di roja 39’an de pêk hat.

Li Amedê Nobeda Demokrasiyê ya HDP’ê ya li dijî tayînkirina qeyûman di roja 39'emîn de berdewam kir. Girse li Kolana Lîseyê kom bû û nobeta xwe wek her roj bi coş domandin. Parlementer û rêveberên HDP'ê, pêkhateyên HDP'ê, Partiyên Îtîfaka Kurdistanî, hevşaredar, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, dayikên laçik spî û bi sedan welatî beşdar bûn.

 Dayikên Aşitiyê yên Êlihê bi pankarta "Dest nede vîna min" û bi dirûşma "Bijî berxwedana dayikan" meşiyan cihê çalakiyê û piştevaniyê dan nobetê. Girseyê jî bi dirûşm, tilîlî û çepikan dayikan pêşwazî kir. Girse piştî çalakiya rûniştinê ya 2 saetan daxuyanî da çapemeniyê.

Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Amedê Hulya Uyanik Alokmen ewilî axivî û bal kişand dadgehkirina Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag ku wê sibê pêk bê û got biryara girtina her du hevserokên wan ên berê wek berdewama darbeya siyasî ya 4'ê Mijdarê ye. Alokmen da zanîn ku wê li dijî biryara ji bo hevserokên wan berê hat dayîn, bersiva wan wê bibe mezinkirina berxwedan û têkoşînê.

 Cîgira Hevserokên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran jî diyar kir ku di şexsê Fîgen Yuksekdag de bi hezaran siyasetmedarên jin avêtin girtîgehan û wiha axivî: "Jinên ku li kolanan li ber xwe didin li ser wan êrîşeke berfireh heye. Jinên dixwazin bi rûmet bijîn tên qetilkirin. Ev pergala faşîst ji jinan re derveyî zilmê, xizaniyê, qeyranê tiştekî neaniye.”

Parlementerê HDP'ê yê Şirnêxê Huseyin Kaçmaz jî destnîşan kir ku AKP ji bo ku desthilatdariya xwe ser pêya bihêlê êrîşî her kesî dike û wiha axivî: "Piştî tayînkirina qeyûman lîstika ku xistine dewrê, nêta xwe eşkere kirin. Beriya çend rojan Wezîrên AKP'ê bi dayikên ku li derê avahiya me rûniştî re rûniştin. Serokkomar û wezîrên wan gotin ‘Êşa dayikan êşa me ye .’ Lê beriya çend rojan yek ji wan dayikên li ber avahiya me rûniştibû, lawê wê di encama êrîşeke hewayî de jiyana xwe ji dest da. Destûr nedan wê dayikê ku şîna xwe deyne. Ev rewş durûtiya AKP'ê dide nîşandan."

Kaçmaz da zanîn ku li Tirkiyê û Kurdistanê her roj bê hiqûqîyek diqewime û wiha domand: "Me tu carî serî netewand û em ê netewînin. Desthilatdariya AKP'ê hiqûqê ewqas binpê kiriye ku Serokê Giştî yê AKP'ê derdikeve dibêjê “Em nikarin Demîrtaş berdin.’ Daraz li gorî Serokê AKP'ê biryaran dide. Wê hesabê vê yekê bidin.”

Li ser navê Partiyên Îttîfaka Kurdistanî Serokê Partiya Azadî Ayetûllah Aşitî jî axivî û diyar kir ku yên ku dibêjin ez mirov im divê meyla zaliman nekin û wiha got: "Lazim e yên ku dibên ez bi rûmet im divê ji zilmê re nerazîbûna xwe bînin ziman û tevlî çalakiyan bibin."

 Herî dawî li ser navê Dayikên Aşitiyê yên Êlihê Sûltan Azboy axivî û bang li dayikên leşker, polîs û dayikên li ber avahiya HDP'ê kir û got: “Werin em destê xwe bidin destên hev. Werin em vî şerî biqedînin. Êdî bes e bila kuştin li vî welatî çênebe, bila aşitiyek were. Bes e em ji xwînê têr bûn. Li çiya û kolanan ciwan tên kuştin.”

 Nobed bi çalakiya rûniştinê ya 5 deqîqeyan bi dawî bû.