Li Amedê mirina jinekê ya bi guman

Li navçeya Peyasê ya Amedê, hate îdîakirin ku jina bi navê Cennet Ortaç dawî li jiyana xwe aniye.

Li taxa Medya ya navçeya Peyasê ya Amedê, Cennet Ortaç a 23 salî bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da. Hate îdîakirin ku Ortaç doh bi şev li mala xwe dawî li jiyana xwe aniye. Piştî ku mirovên li derdorê agahî dan tîmên tenduristiyê, ambûlans hati cihê bûyerê, Ortaç rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyûbî. Lê belê Ortaç beriya ku bigihêje nexweşxaneyê dilê wê sekinî û jiyana xwe ji dest da.

Li cihê ku hate îdîakirin ku Ortaç dawî li jiyana xwe aniye, lêkolînê dest pê kir. Têkildarî mirina bi guman a jin a ciwan lêpirsînê dest pê kir.