Li Amedê li pêşiya Saziya Tipa Edlî çalakiya rûniştinê hate lidarxistin

Xizmên girtiyan ên ku li Amedê ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediyane bi mehan e di Nobeta Edaletê de ne, li pêşiya Saziya Tipa Edlî çalakiya rûniştinê li dar xistin.

Nobeda Edaletê ku malbatên girtîyên nexwaş û girtiyên cezayê wan qediyaye û nayên berdan li Baroya Amedê dabûn destpekirin di roja 121’emîn de berdewam kir. Malbatan ji bo ku girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin bên berdan li ber Saziya Tipa Edlî (ATK) çalakiya xwe domandin. Malbatên girtiyan xwestin ku li vir daxuyaniyê bidin çapemeniyê, lê polîsan daxuyanî asteng kir. Malbatên girtiyan li ser astengkirina daxuyaniyê, çalakiya rûniştine li dar xistin. Rêveberê û endamên MED TUHAD-FED, TUAY-DER, MEBYA-DER , DBP, OHD û MED-DER’ê piştgirî dan malbatan. 
 
Polîsên ku çalakiya malbatan dorpêç kir, destûr nedan rojnamevan dîmen û wêneyan bigirin. Malbatan di nav dorpêça polîsan de çalakiya xwe domandin û dûrişmeyên, "Bijî berxwedena zindanan" û "Heq, hiqûq, edalet" berz kirin. 
 
Malbatan bi lêdana çepikan û berzkirina dirûşmeyan dawî li çalakiya xwe ya îro anîn.