Li Amedê li dijî polîsan, sîxur û firoşkarên narkotîkê çalakî hatin kirin

Li Amedê, li dijî polîsên tîmên taybet, kesekî ku dihate gotin sîxuriyê dike û firoşkarekî narkotîkê çalakî hate kirin.

Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Sakîne Cansiz ragihandin ku wan li taxa Ben û Sen û navçeya Baglarê çalakiyên 'cezakirin'ê pêk anîn.

Li gorî daxuyaniyê, li taxa Ben û Senê kesekî ku bi dewleta Tirk re hevkarî dikir û 'îxbara' gel dikir bû hedef.

Hate ragihandin ku di 9'ê Çileyê de saet 23:00 li dijî mala kesê bi navê "Ş." ê "sîxur-noker" bi fîşekên hewayî çalakî hate kirin.

Yekîneyên Tolhildanê diyar kir, "Hişyariya me li nokeran hemûyan e. Di serî de li Amedê nokerên li Kurdistanê dixebitin hemû tespîtkirî ne. Wê di dema herî kurt de bersiv ji wan re bê dayin."

Heman komê ragihand ku li taxa Korhatê ya navçeya Baglar a Amedê li dijî kesekî bi navê li xwe kirî 'Kerbela' ku narkotîk difirot û gel aciz dikir, çalakiya "cezakirinê" hatiye kirin. Di daxuyaniyê de wekî din detay nehate ragihandin.

Li Amedê li dijî polîsên tevgera taybet ên Tirk bi teqemeniyê bi destan amadekirî çalakî hate kirin.

Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Sakîne Cansiz diyar kirin ku li taxa Korhatê ya navçeya Baglarê di 15'ê Çileyê de li dijî polîsên tevgera taybet çalakî kirine.

Komê ragihand ku li dijî polîsên li Dibistana Seretayî ya Huseyîn Ûlûg çalakî hatiye kirin û diyar kir, "Hejmara polîsên mirî û birîndar nehate zelalkirin." Komê diyar kir ku ev çalakî ji bo bîranîna Zulkuf Gezen û 7 hevalên wî yên li dijî tecrîdê çalakiya fedayî kirin, pêk hatiye.