Li Amedê li 60 gund û gundikan derketina derve hate qedexekirin
Ji ber operasyona leşkerî ya li bejahiya navçeyên Licê, Hênê, Karaz û Hezroyê yên Amedê, li 60 gund û gundikan derketina derve hate qedexekirin.
Ji ber operasyona leşkerî ya li bejahiya navçeyên Licê, Hênê, Karaz û Hezroyê yên Amedê, li 60 gund û gundikan derketina derve hate qedexekirin.
Walîtiya Tirk a li Amedê li 60 gund û gundkên navçeyên Licê, Hênê, Karaz û Hezroyê ji saet 5'ê sibehê û pê ve derketina devre "qedexe" kir.
Walîtiya Tirk ragihand ku "qedexe" di çarçoveya operasyona leşkerî de pêk tê.
Walîtiya Tirk a li Amedê ji havîna sala 2015'an ve bi dehan caran li herêmê derketina derve "qedexe" kiribû.