Li Amedê lêgerîna edaletê: Aqûbeta Mehmet Salîh Taşdemîr hate pirsîn

Li Amedê lêgerîna edaletê ya xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan berdewam kir. Vê hefteyê ji bo Mehmet Salîh Taşdemîr daxwaza edaletê hate kirin.

Şaxa Komaleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên kesên ku hatine nebedîkirin, çalakiya xwe ya bi diruşmeya "Bila Kesên ku hatine nebedîkirin Bên Dîtin, Kujer Bên Darizandin" di hefteya 443'an de berdewam kirin. Xizmên kesên ku hatine nebedîkirin çalakî li avahiya şaxa ÎHD'ê ya Amedê pêk anî. Li salonê wêneyên kesên ku hatine nebedîkirin hilgirtin. Serokê şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî axivî û bi bîrxist ew ji bo dîtina kesên ku hatine nebedîkirin û darizandina kujeran tedikoşin û wiha got: "Ji bo dem di ser kuştinê re derbas nebe û kujer bê ceza namînin em têdikoşin û me dê têbikoşin."

BÎLÎCÎ: SED SAL JÎ DERBAS BIBE...

Bîlîcî diyar kir ku dewlet dizane kesên ku hatine nebedîkirin li kû ne û kujer kî ne û axaftina xwe wiha domand: "Her tiş di arşîvên dewletê de hene, heya îtîrafên kujeran jî hene. Heya ku dewlet bi rastiyê re rû bi rû nemîne, edalet pêk nayê. Heya kesên ku hatine nebedîkirin tê dîtin û kujer tên darizandin, sed sal jî derbas bibe tekoşîna me jî wê berdewam bike."

23 SAL IN AGAHÎ JI TAŞDEMÎR NAYÊ GIRTIN

Endamê Komîsyona Kesên ku hatine nebedîkirin a şaxa ÎHD'ê ya Amedê Hasan Yalçin jî çîroka Mehmet Salîh Taşdemîr ya ku di sala 1994'an ji mala xwe derket û êdî agahî jê ne hat girtin vegot. Li gor vegotinên hevsera Taşdemîr Saniye Taşdemîr, heman salê kesê ku navê wî ne diyar bi riya telefonê malbata Taşdemîr digere û dibêje ku Taşdemîr li Fermandariya Alayî ya Mêrdînê tê rawestandin û rewşa wî ji xetereye. Li gel hemû hewldanên malbata Taşdemîr, 23 sale agahî ji Mehmet Salîh Taşdemîr ne hat girtin.

TEKDAG: QEWÎTIYA  MIN DARIZANDINA KUJERAN E

Piştre jî dayika Mehmet Tekdag a ku di sala 1993'an de navê wî tevlê kujerên ne diyar bû û xwişka Alî Tekdag a di sala 1994'an di bin çavan de hat kesên ku hatine nebedîkirinkirin dayika bi navê Îffet Tekdag, hestên xwe parve kir. Dayika Tekdag dest nîşan kir ku serpêhatiyên birayê wî û kurê wî ji aliyê kujeran ve hatiye îtîraf kirin û ji aliyê çapemeniya Tirk ve jî hatiye weşandin û wiha got: "Heya çavê min ronî be, çûkên min xwe bigire, ezê hestiyan bigerim. Dewlet dizane, îtîraf hene, dive kesên ku hatine nebedîkirinyên me bên dîtin. Wesyeta min ew e ku, kesên ku hatine nebedîkirin bên dîtin û kujer bên darizandin."

Çalakî piştî rûniştina 5 deqeyan bi dawî bû.