Li Amedê ji bo meşa li dijî tecrîdê bang hate kirin

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz a li Amedê serdana esnafan kir û ji bo meşa sibê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were lidarxistin banga tevlibûnê kir.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Meclisa Dayikên Aştiyê, ji bo meşa sibê ku bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê lidarxistin, li navçeya Yenîşehîrê serdana esnafan kirin.

Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz û şandeya pê re dema serdanan de rastî eleqeyekî mezin hatin. Aydenîz bi esnafan re axivî û got: “Hûn vê zilmê dibînin, em her tim li ser lingan in. Em natirsin û em ê serbikevin. Em ê li dijî vê zilmê bi hev re têbikoşin.”

Dikandaran jî wiha gotin: “Em heta mirinê li gel we ne. Ji hin kesan re dikanên me girtî ne lê ji we re heta dawiyê vekirîne. Em bi we re ne.”

Aydenîz li ber avahiya HDP’a Yenîşehîrê axivî û wiha got: “Îro me xwest li Amedê serdana esnafan bikin. Lê bi hezaran polîsên hikumeta AKP-MHP xwest serdanê asteng bikin. Di rastiyê de tecrîd ev e. Ev yek nîşan dide ku çiqas li hemberî mafên mirovan bê tehemul in. Serdanên esnafan jî bi tirseke dişopînin. Em her tim li her derê li dijî vê faşîzmê têbikoşin û ti carî kolanan vala nehêlin. Em ê her roj li kolanan bin.”