Li Amedê ji bo hunermend Beytocan sersaxî hate danîn

Ji bo hunermendê Kurd Beytocan ku 12'ê Îlonê li Swêdê koça dawî kir, li Amedê malbata wî sersaxî danî.

Hunermendê Kurd Beytocan ku bi salan li hemberî nexweşiya kanserê li ber xwe dida, di 12'ê Îlonê de li paytexta Swêd Stockholmê koça dawî kir.

Malbata Beytocan li taxa Dîclekent a navçeya Peyasê ya Amedê li Mala Sersaxiyê ya Bedîuzzaman sersaxî danî.

Gelek xizm û hezkiriyên hunermend serdana malbatê kir. Sersaxî wê rojên În û Şemiyê li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê ya li navçeya Sûrê bêne qebûlkirin.

Hunermend Armanc diyar kir ku li gorî wasiyeta Beytocan cenazeyê wî wê roja Înê li Stockholmê bê veşartin.