Li Amedê gel pê li bendên polîsan dike û Newrozê pîroz dike

Bi sed hezaran kes diherikin qada Newroza li Amedê. Her ku gel li ber xwe dide polîs jî neçar dimînin xwe vekişînin. Gel dirûşma "Bijî Serok Apo" diqîre.

Fînala pîrozbahiyên Newroza 2022'an li Parka Newrozê ya li navçeya Baglar a Amedê pêk tê. ji 7 heta 70 salî bi sed hezaran kes li gel siyasetmedar, rojnamevan, rewşenbîr û akademîsyenên ji gelek welatên Rojhilata Navîn û Ewropayê tevlî pîrozbahiyê bûne. Ji Herêma Kurdistanê ya Federe, Iraq, Misir, Lubnan, Fas, Tûnis, Urdun û Yemenê, ji welatên Ewropa û Bakurê Efrîkayê gelek siyasetmedar, akademîsyen û rojnamevan hatin vexwendin û cihê xwe li protokolê girtin.

Ji xizmên girtiyan û çalakgerên Nobeda Edaletê Încî Guler, Reşahat Ada, Hakki Boltan û Nazîre Boltan, Fevziye Kolakan û kurê Bedrî Çakmak ê li girtîgehê hate qetilkirin Osman Çakmak cihê xwe li nava mêvanên li protokolan Newrozê girtin. Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk û hevsera Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş Başak Demîrtaş jî di nava mêvanên Newrozê de ne.

GEL LI BER XWE DIDE, POLÎS NEÇAR DIMÎNIN VEKIŞIN

Emniyeta Amedê ku bi rojane hewl dide Newrozê astengb ike, van astengiyên xwe li nuqteyên ketina qadê jî dewam kir. Polîsên ku pêşî li girseya gel a bi kincên neteweyî girtin, bûn sedema rageşiyê. Piştî ku ciwanan bendên polîsan binpê kirin, nêzî 200 polîs li pêşiya dikê hatin bicihkirin. Ciwanan bi pankarta bi nivîsa "Îradeya gel nikare bê desteserkirin" bi ser bendên polîsan ve çûn. Li ser vê yekê polîs neçar man xwe vekişînin.

Parka Newrozê bi bi sed hezaran kesî tijî bûye. Li gel astengiyan jî govenda Newrozê tê gerandin.

Li ser astengî û êrişên polîsan endamên Komîteya Amadekar a Newrozê û parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin ser dikê.

'EM Ê DI HER ŞERT Û MERCÊ DE PÎROZ BIKIN'

Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran nerazîbûn nîşanî Emniyeta Amedê da ku hewl dide Newrozê asteng bike û got, "Nahêlin ku gelê me bikeve qadê. Yên ku dibêjin 'Amed nikare ji bendan derbas bibe' bêaqil in. Em ê li qadan, li kolanan di her şert û mercî de Newrozê pîroz bikin. Kes nikare li pêşiya îradeya gelê Amedê bisekine. Çi dikin bila bikin wê nikaribin li pêşiya pîrozbahiya me ya Newrozê bibin asteng."

Başaran ji Walîtiya Amedê xwest ku provokasyonê neke û got, "Çi dikin bila bikin em ê Newrozê pîroz bikin."

Di Newrozê de ku ji ber provokasyona Emniyeta Amedê nekariye destpê bike, girseya gel dirûşma "Bijî Serok Apo" diqîre.