Li Amedê du HDP’yî hatin girtin

Li Amedê 6’ê Kanûnê polîsan bi ser malan de girtibû û 8 kes destgîrkiribûn. Ji 8 kesên hatine destgîrkirin Mehmet Saît Demîr û Mehmet Nesîm Gultekîn ên HDP’yî hatin girtin.

Li Amedê 6’ê Kanûnê polîsan bi ser malan de girtibûn û Hevserokê HDP’ê yê Sûrê Zulfîkar Odabaşî, rêveberê HDP’ê yê Amedê Mehmet Saîd Demîr, rêveberê berê yê Amedê yê HDP’ê Mehmet Nesîm Gultekîn û Arîf Akay, Naşîde Akbûlût û 3 kesên ku navê wan nehate zanîn hatibûn destgîrkirin. Piştî karên li emniyetê kesên hatibûn destgîrkirin sewqî dadgehê hatin kirin.

Piştî karên li dozgeriyê 8 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hate irin. Ji 8 kesan Demîr û Gultekîn bi îdîaya “endamê rêxistinê ne” hatin girtin û 6 kesên din bi şertê kontrola edlî hatin berdan.