Li Amedê di şer de herî kêm 6 leşker birîndar bûn
Li navçeya Hezro ya Amedê, di dema operasyona artêşa Tirk de şer derket. Li gorî medya Tirk herî kêm 6 leşker birîndar bûn.
Li navçeya Hezro ya Amedê, di dema operasyona artêşa Tirk de şer derket. Li gorî medya Tirk herî kêm 6 leşker birîndar bûn.
Şer li cihekî nêzî gundê Koçbaba yê Hezroyê qewimî. Di çalakiyê de ku li dijî yekîneyên operasyonê hate kirin, li gorî medya Tirk 6 leşker birîndar bûn û rewşa yekî ji wan giran e.
Birîndar rakirin nexweşxaneyên li Amedê.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser şer hê daxuyanî nedaye.