Li Amedê destûr ji xavika spî re nayê dayin
Li Amedê, polîsên Tirk qedexe kirin ku dayik bi xavikên spî bikevin qada pîrozbahiya 1'ê Gulanê.
Li Amedê, polîsên Tirk qedexe kirin ku dayik bi xavikên spî bikevin qada pîrozbahiya 1'ê Gulanê.
Xizmên girtiyan ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê yên li dijî tecrîdê, biryar dan bi xavikên xwe yên spî tevlî mîtîngên 1'ê Gulanê bibin. Lê belê li Amedê destûr nehate dayin ku dayikên bi xavikên spî bikevin qada mîtîngê.